Civîna Barzanî û Erdogan dawî pê hat (Hat Nûkirin)
Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Enqerê bi hev re civiyan.
Li gorî zanyariyan, hevdîtina navbera her du aliyan piştî civîneke demdirêj dawî pê hat.
Îro sêşemî saet 16:00 hevdîtina navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Koşka Serokatiya Komar a Tirkiyê dest pê kir.
Civîna Barzanî û Erdogan derdora 1 saet û 50 xûlekan dom kir.
Li gorî bernameya pêştir plankirî, saet 20:00 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim re dicive
Peyamnêrê Rûdawê li Enqerê Kemal Avcî êvariya îro ragihandibû, Serokê Herêma Kurdistanê êvarî gihîşt Koşka Serokatiya Komar a Tirkiyê û ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hat pêşwazîkirin.
Peyamnêrê me got: “Barzanî dê di vê hevdîtina li gel Erdogan de behsa mijara referanduma serxwebûna Kurdistanê bike. Herwiha dê di civînê de behsa rewşa Sûriyê û xwandingehên tevgera Gulen ên li Herêma Kurdistanê bê kirin.”
Herwiha dibe ku operasyona Mûsilê jî yek ji mijarên din ên gotûbêjên navbera Barzanî û Erdogan be.
Kemal Avcî da xuyakirin, ku her yek ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bi Barzanî re tevlî hevdîtina bi Erdogan re bûne.
Li gorî zanyariyên Peyamnêrê me, Barzanî dê piştî vê hevdîtinê serdana Koşka Çankaya bike û bi Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim re bicive.
Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin, ku hevdîtinên Barzanî dê sibe çarşemî jî bidomin û tê pêşbînîkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê serdana Parlamentoya Tirkiyê bike û bi Serokê Parlamentoya Tirkiyê Ismail Kahraman re bicive.
Kemal Avcî herwiha destnîşan kir, ku tê texmînkirin Barzanî sibe bi şandeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re jî bicive.
Avcî da zanîn, eger hevdîtinek wisa pêk were, Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ji ber ku ne li Enqerê ye, tê de amade nabe û dê Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag û çend rayedarên din ên HDPê beşdarî hevdîtinê bibin.