Daxwaza vejandina ‘pêvajoya aştiyê’ tê kirin

23-08-2016
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Pêvajoya Çareseriyê KCK HDP
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê hewlên ji bo zindîkirina pêvajoya çareseriyê zêdetir bûne.


Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di civîna komîteya xwe ya navendî de û bi rêya şanda îmraliyê piştgirî da KCKê, li aliyê din seredana Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî jî ji bo çarenûsa pêvajoya çareseriyê girîng tê dîtin. 


Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştî daxuyaniya KCKê ya di derbarê agirbest û destpêkirina pêvajoya çareseriyê hêviyên aştiyê zêdetir bûne. HDP hem bi rêya komiteya xwe ya navendî hem jî bi rêya şanda Îmraliyê piştgirî da daxuyaniya KCKê û banga aşitiyê li hikumetê kir . 


Endamê Şanda Îmraliyê Sirî Sureya Onder wiha got:


“Em dixwazin piştgiriyeke bi hêz bidin daxwaz û hewlên proseyeke nû û daxwazên aştiyeke mayînde, bi vê armancê jî me ev civîne lidarxist. Heta niha gellek tiştên xelet li ser mijarê û bi taybetî rewşa Ocalan hatine belav kirin. Em dizanin ku bi birêz Ocalan re çi hevdîtin nîne û tecrîta li ser birêz Ocalan berdewam e.”


Komiteya Navendî ya HDPê bi civinekê nirxandin li ser geşedanên dawiyê kir û daxuyaniya KCKê jî bû mijareke sereke ya civîna HDPê.


Bedevkê HDP Ayhan bilgen jî helwesta hikumetê rexne kir got divê aliyên siyasî derfeta heyî ji dest neden. 


Ayhan Bîlgen jî wiha axivî:


“Em hewla KCKê pirr girîng dibînin. Li gorî me ev daxuyanî derfetek e. Em bangawaziyê ji hikumetê dikin û dibêjin êdî bila hikumeta Tirkiyê hem di polîtîkayên xwe yên derve de, hem di polîtakayên navxweyî de dev ji neyartiya Kurdan berde. Em dibêjin bila ev banga hatiye kirin vala nehê hiştin.”


Li aliyê din Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî  û Cîgirê Serokê Amerîkayê Jeo Biden serdana Enqerê dikin ku  di va her du seredanan de jî pêvajoya çareseriyê û şerê li Bakurê Kurdistanê jî dê mijarên gotûbêjan bin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst