Hevşaredarên Farqîn û Sûra Amedê hatin girtin

23-08-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Amed (Rûdaw) – Hevşaredarên navçeyên Sûr û Farqînê yên Amedê ji ber îlankirina “xweseriyê” hatin girtin.

Hevşaredarên navçeyên Sûr û Farqînê yên Amedê roja 19ê vê mehê, piştî ragihandina “xweseriyê” hatibûn desteserkirin.

Li  gorî medyaya Tirkiyê, piştî wergirtina îfadeyên wan, hevşaredarên Sûrê Seyîd Narîn û Fatma Şik Barût, hevşaredarê Farqînê Yûksel Bodakçî, berpirsê Partiya Herêmên Demkratîk (DBP) li navçeya Sûrê Alî Riza Cîçeklî, xebatkara Akademiya Jinan Guneş Olmez û welatiyên bi navên Hesen Irmak û Ebdulnesîm Baran derxistin pêşberî dadgehê.

Di dadgehê de, bi hêceta ku “yekbûna dewletê û yekparebûna welêt xirab kirine” biryara girtina Narîn, Barût, Çîçeklî û Olmez hat dayîn û Hesen Irmak û Ebdulnesîm Baran jî hatin berdan.

Tê zanîn, piştî ku Sûr û Farqînê “xweserî” îlan kiribûn, artêşa Tiriyê ew deverên Kurdistanê wek herêmên qedexe ragihandibû û li dijî sivîl û şervanên kurd operasyon kiribû.

Li gorî raporên HDP û Komeleya Mafên Mirov (ÎHD), li Farqînê herî kêm 3 sivîl hatibûn kuştin 6 sivîl jî birîndar bibûn, bi dehan xanî û mal hatibûn wêrankirin, bi dehan otomobîl jî hatibûn şewitandin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst