DAIŞ li Xurmatu bi dijwarî hat bombebarankirin

Xormato (Rûdaw) – Balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletiya li dijî DAIŞê îşev bi dijwarî navendên DAIŞê li sînorê navçeya Xurmatu ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

 

Hat zanîn, îşev balafirên şer ên hevpeymanan li navçeya Xurmatu ya li başûrê Kerkûkê dest bi operasyonên esmanî li dijî çekdarên DAIŞê kirin.

 

Berdevkê Lîwaya 16 a Bejayî ya girêdayî Wezareta Pêşmerge ya Başûrê Kurdistanê, Rêkewt Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Balafirên şer ên hevpeymanan niha êrişî baregeh, çeper û navendên leşkerî yên DAIŞê li mêhwera Xurmatu dikin.”

 

Rêkewt Mihemed got: “Balafirên şer navendên DAIŞê li gundên Elbûnecim, Til Bosel û Elbozerge li başûrê bajarokê Daqoq bomebaran dikin.”

 

Wî bepirsê Hêzên Pêşmerge tekez kir: “Bombebarana cihên DAIŞê ji aliyê balafiran ve heta niha jî didome û li gor agiyên detpêkê çend baregehên DIAŞê û navednên wê yên leşkerî hatine wêrankirin.”

 

Derbarê hejmara kuştî û birîndarên DAIŞê de jî, Rêkewt Mihemed da xuyakirin, heta niha ti agahiyên fermî û piştrastkirî derbarê zirarên çekdaran de negihîştine wan.