Tirkiye: PKKê 21 fermanber revandin

Navenda Nûçeyan – Serfermandariy Giştî ya Artêşa Tirkiyeyê ragihand PKK li navçeya Seraya Wanê 10 fermanberên gumrikê û ajokarekê minîbûsê revand.

 

Serfermandariya Artêşa Tirkiyeyê derbarê windabûna fermaberê gumrîkê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da.

 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li navçeya Seraya Wanê 10 fermanberên gumrikê û ajokarekê minîbûsê ji aliyê endaêmên rêxistina cudaxwaz û teroîst ve hatin revandin.”

 

Di daxuyaniya Parêzgariya Wanê ya duhî de jî hatibû diyarkirin, piştî roja 21ê Tebaxê mînîbusa ku ji gumrikê ber bi navenda bajar diçû û ajokarek û 10 fermanberên gumrikê têde bûn, ne xuya ye û ti agahî derbarê kesên tê de nayê zanîn.

 

Di 10ê Tebaxa îsal de li navçeya Gevera Colemêrgê jî 10 fermanberên gumrîkê dema ku ber bi deriyê sînorî ve diçin, pêwendî ligel wan qut bibû û piştere derbarê wan de ti aghî nehatibû hildan.