Li Amedê otomobîl û minîbus li hev qelibîn: 16 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya Ameda Bakurê Kurdistanê otomobîl û minîbusek li hev qelibîn û di encamê de 16 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku nasnameya şofêrê wê hîn jî nediyar e li devera Çoltepeyê ewil li refûja li ser rê da û paşê jî derbasî aliyê din ê rê bû û li minîbusa rêwiyan qelibî.

Di qezayê de 16 kesên di her du wesayîtan de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.