Ji ber raporên sexte 98 kes hatin desteserkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Rapor Sexte Otomobîl Tenduristî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Bedlîs, Wan, Sêrt, Çewlig, Êlih û Stenbolê bi hinceta amadekirina raporên sexte yên tenduristiyê 98 kes hatin desteserkirin.

Parêzgariya Bedlîsê ragihand ku tîmên Şaxa Qaçaxçitî û Tawanên Organîze ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Bedlîsê bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Tetwanê bi sedema “sextekariya ku zerer daye dewletê” li bajarên Bedlîs, Wan, Sêrt, Çewlîg û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê operasyon li dar xist.

Serdozgeriya Komarê ya Tetwanê bi tohmeta “sextekariya ku zerer daye dewletê” biryara desteserkirina 104 kesan da.

Di operasyona li 6 bajaran de bi ser 104 navnîşanan de hat girtin û 98 kes hatin desteserkirin.

Ji bo desteserkirina 6 kesên din jî xebat berdewam dikin.

Di operasyonê de dest bi ser 17 otomobîlan hat girtin ku bi raporên sexte yên tendurisyê hatibûn kirîn.

Kesên raporên sexte yên tendirustiyê wergirtiye mûçeyên kêmendambûnê ji dewletê wergirtine û otomobîlên kêmendaman kirîne ku li gorî bazarê gelekî erzan tên firotin û bac ji wan nayê wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst