Termê şivaneke jin di kanala avdaniyê de hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyûbiyeyê ya Rihayê termê jineke şivan di kanala avdaniyê de hat dîtin.

Serê vê sibê Sêşemê li taxa Koprulukê ser bi navçeya Eyûbiyeyê, Rahîme Demiragiya 39 salî ji bo pezê xwe biçêrîne ji malê derketiye.

Piştî demekê malbata wê ya ku agahî jê wernegirt, cendirme ji rewşê agahdar kirine.

Cendirmeyan li derdora kanala avdaniyê dest bi lêgerînê kir.

Cendirmeyan pêşî şimik û gopalê Rahîmeyê li kêleka kanala avê dîtin, piştî wê di nav qenalê de dest bi lêgerînê kir.

Di encama xebata tîman de termê Rahîmeyê ji kanala avê hat derxistin.

Tîmên tenduristiyî termê Rahîmeyê veguhast Saziya Bijîşkiya Dadî ya Rihayê.