RIHA - Dayik û keça wê ji ber elektrîkê canê xwe ji dest da

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Riha Kaniya Xezalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalanê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, dayik û keça wê ya ku elektrîkê ew girtin canê xwe ji dest da.

Li gundê Akçaliyê yê navçeya Kaniya Xezalan dema Zehra Elesliya 50 salî li ser banê xwe ava firingiyan çêdikir destê wê bi kablaya elektrîkê bû û birîndar bû.

Keça wê Hatun Elesliya 15 salî jî dema xwest dayika xwe rizgar bike elektrîkê pê girt û ew jî birîndar bû.

Kesûkarên wan dayik û keça wê yekser veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalanê, lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê her duyan jî canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê termê her duyan birin Saziya Bijîşkiya Dadî ya Rihayê.

Piştî karên otopsiyê termê dayik û keça wê radestî malbata wan hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst