Kremlînê li ser hevdîtina Erdogan û Esed daxuyaniyek da

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Kremlênê Dmitriy Peskov li ser hevdîtina Erdogan û Esed got ku ew dixwazin her Tirkiye û Sûriye têkiliyên xwe baştir bikin.

Rûsyayê derbarê nûçeyên ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed wê di meha tebaxê da li Moskovayê bicivin de daxuyanî da.

Li gorî nûçeya Reutersê, Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di bersiva pirsekê de derbarê nûçeyên navborî de got ku Rûsya ‘dixwaze pêwendiyên her du welatan baştir bibe’.

Li aliyê din Peskov piştrast nekir ku dê hevdîtineke bi vî rengî Moskowa paytexta Rûsyayê çêbibe yan na.

“Rûsya bi avakirina pêwendiyên her du welatan re mijûl e”

Berdevkê Kremlînê Peskov diyar kir ku ew dixwazin pêwendiyê Tirkiye û Sûriyeyê baş bibin.

Peskov li ser pirsa îhtîmala hevdîtina Erdogan û Esed a li Moskovayê wiha got:

“Bi rastî jî mijara hêsankirina organîzekirina hin pêwendiyan di navbera nûnerên Tirk û Sûriyeyî di astên cuda de di rojevê de ye.

Gelek welat û helbet Rûsya jî wekî welatekî ku di herêmê de roleke girîng dileyize, ji bo avakirina pêwendiyên her du welatan jî mijûl e. Ev ji bo tevahiya herêmê giring e.”

Ji aliyê din ve, Peskov piştrast nekir ku dê Erdogan û Esed li Moskowê hevdîtinek pêk bînin yan na û got ku ew nikare zanyariyên zêdetir li ser vê mijarê parve bike.

Rayedarekî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ev nûçe red kir

Rojnameya Daily Sabahê, bi nêzikî hikûmetê re tê naskirin gotibû “Tê plankirin ku yekemîn hevdîtina Erdogan û Esad li Moskowa paytexta Rûsyayê bê lidarxistin.”

Rayedarekî payebilind ê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser mijarê ji ajansa nûçeyan ANKAyê re axivî û got:

“Nûçeyên ku dibêjin Serokkomarê me wê li Moskowê bi Serokê Sûriyeyê Esed re bicive, rastiyê nîşan nadin.”