Dêya Tuncer Bakirhan koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Îpek Bakirhan dêya Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îro koça dawî kir.

Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî ragihand ku ji ber wefata dêya Tuncer Bakirhan civîna grûpa DEM Partiyê ya li parlamentoyê hatiye betalkirin.

DEM Partiyê li ser wefata Îpek Bakirhanê daxuyaniyek belav kir û tê de got:

“Îpek Bakirhan dêya Hevserokê me Tuncer Bakirhan îro jiya xwe ji dest da.

Îpek Bakirhan a 69 salî ku ev demek e ji ber pençeşêra pankreasê tê dermankirin, wê sibê bi axê spartin.”