Rêveberiya Xweser 121 girtî serbest berdan

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Girtî Efûya Giştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 141 girtiyên ku bi tohmeta DAIŞê hatibûn girtin serbest berdan.

Rêveberiya Xweser piştî efûya giştî dest bi berdana giritiyan kir.

Di çarçoveya efûya giştî de 141 girtiyên ku di girtîgeha Elayayê ya Qamişloyê de dihatin girtin serbest hatin berdan.

Malbatên girtiyan li ber girtîgehê bi kêf û kelecan pêşwazî li wan kir.

“Bi kefaleta eşîrên Ereb hatin berdan”

Girtiyê azadkirî Behaa Derwîş got, “Serok hoz û maqûl hatin da ku bi kefalet kur û kesûkarên xwe ji zindanê azad bikin û ew derxistin.”

Girtiyên ku bi efûya Rêveberiya Xweser û kefaleta serok hozên Ereb hatine azadkirin, divê pabend bin û tevlî civakê bibin û piştîvaniya rêveberiyê bikin.

“Ev proje siberojeke baş ji bo welatiyan dabîn dike”

Serokê Hoza Teyê Hesen Tayî wiha anî ziman:

“Dema em kefaleta van girtiyan an zindaniyan dikin, em di heman demê de daxwazê ji wan dikin piştîvaniya projeya Rêveberiya Xweser bikin.

Ev projeya ku welatiyan diparêze û siberojeke baş û şaristanî j bo wan dabîn dike.

Bi hêviya Xwedê kesên hatine azadkirin wê pabend bin.”

Bi gotina berpirsên Rêveberiya Xweser lêborîn û efûya giştî zêdeyî hezar girtiyên bi tohmeta DAIŞê li xwe digire.

Lewra her demekê wê nifşek ji wan girtiyên ku kuştin nekirine wê bên azadkirin.

Dayika girtiyekî Mûcif el-Hamidê got, “Kurê min di zindanê de ye.

10 sal ceza lê birîne, du salên wî qediyane, 8 sal jê re mane, Înşaellah wê bê efûkirin.

Em sipasiya serokê hozan û her kesê alîkarî di vê pirsê de kiriye dikin”

Nêzikî 10 hezar çekdarên DAIŞê di zindanan de ne

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ( HSD) ragihand ku zêdeyî 10 hezar çekdarên DAIŞê di nêzîkî 20 zindan û girtîgehên wan de ne.

Di nav wan de nêzîkî 2 hezar çekdarên biyanî jî hene ku welatên wan vegera wan red dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst