HSDyê li Minbicê 2 dron xistin xwarê

Hewlêr (Rûdaw) - Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya girêdayê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan li Minbicê 2 dron anîne xwarê.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, 2 dronên ku hewl daye gundê Toxarê yê Minbicê bikin armanc ji aliyê hêzên wan ve hatine xistin.

Meclîsa Leşkeriyê da zanîn ku hêzên wan ew dron bi çekên navîn xistine xwarê.

Gundên li bakurê Minbicê gelek caran rastî êriş û topbaranên artêşa Tirkiyeyê û grûpên ser bi wê ve tên.