Zozanê Feraşînê bû rawestgeha mêşvanên gerok

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elkê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê Zozanê Feraşînê yê ku bilindahiya wê 2 hezar û 625 raqim e, bi filoraya xwe ya dewlemend bû navenda mêşvanên gerok.

Zozanê Faraşînê yê di sêgoşeya Şirnex, Colemêg û Wanê de bi merayên xwe, hewaya hênik û pirbûna çavkaniyên avê hemû demê salê dibe hilbijarteya mêşvanan.

Li gorî daneyên di Sîstema Qeydkirina Mêşvaniyê de, bi serîlêdanên ku li Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya parêzgeh û navçeyan hatine kirin, 300 mêşvanên gerok, ji bajarên wekî Edene, Osmaniye, Amed, Mêrdîn û Wanê diçin zozanan, di nava hezaran kewaran de hingiv hildiberînin.

Mêşvanên ku di nava kon, qonteyner û qerewanan de dihêwirin seranserê rojê li ber mêş û kewarên xwe ne.

Ji mêşvanan Medet Seymenê ku ji Edeneyê çûye got ku Zozanê Faraşînê bi giyayên xwe yên endemîk ji bo mêşvaniyê pir guncaw e.

Mêşvan Dîlgeş Aslan jî anî ziman ku Zozanê Faraşînê ji bo mêşvaniyê cihekî baş e.

Muhammet Kadîmê ku ji Mêrdînê çûye, diyar kir ku wan Zozanê Feraşînê hilbijartiye û ew hêvî dikin ku rekolteyeke baş ji hingiv bistînin.

Rêveberê Çandinî û Daristanan ê Parêzgeha Şirnexê Oktay Sezgîn jî anî ziman ku Zozanên Faraşînê ku di navbera 3 parêzgehan de ye, jîngeheke pir bi bereket pêşkêşî mêşvanan dike.

Sezgîn destnîşan kir ku îsal li herêmê 80 hezar kewarên mêşên hingiv hene û ji van 30 hezar jî anîne Zozanê Feraşînê.