WAN - Geştyar bi saetan di deriyê sînorî de dimînin heta ku derbas bibin

Hewlêr (Rûdaw) - Geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo derbasî Wanê bibin bi demjimêran di deriyê sînorî de dimînin.

Li deriyê sînorî yê Kapikoyê ku dikeve navbera parêzgeha Wanê û Rojhilatê Kurdistanê geştyarên Îranî ji bo derbasî Wanê bibin 5-6 demjimêran li ber derî di dorê de dimînin.

 Geştyar dixwazin berpirsên deriyê sînor çareyekê ji wê rewşê re bibînin.

Havînan gelek geştyarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê berê xwe didin parêzgeha Wanê û çûna wan geştyaran jî ji bo xelkê wê deverê dibe çavkaniyeke girîng a dahatê.

Li gorî medyaya xwecihî ya Wanê geştyarên ku ji Rojhilatê Kurdistanê dixwazin derbasî Wanê bibin, li deriyê sînorî bi demjimêran di dorê de dimînin heta ku pasaportên wan tên mohrkirin û derbas bibin.

Geştyar dibêjin, ew di bin tîrêjên rojê de bi demjimêran radiwestin û ew eziyet dibe sedem ku li çûna xwe poşman bibin.