Mazlûm Ebdî: Diyaloga Kurdî-Kurdî dê dîsa dest pê bike

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mazlûm Ebdî Diyaloga Kurdî-Kurdî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ragihand ku îhtimaleke mezin e dê  cardin Diyalogê Kurdî-Kurdî ya di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de destpê bike.

Fermandarê Giştî HSDyê Mazlûm Ebdî ji medyaya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re axivî.

Mazlûm Ebdî eşker kir ku ew amede ne bi hemû aliyên xwecihî, herêmî û navdewletî yên dixwazin krîza Sûriyeyê bê çareserkirin re hevdîtinan bikin.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku nakokî û pirsgirêkên di navbera Enqere û Şamê de ji xalên hevpar hîn zêdetir e û ragihand ku gelek zehmete ku her du alî li hev bikin.

Mazlûn Ebdî da zanîn ku ew di wê baweriyê de ku çareserî dê bi Şamê were û got:

“Ev 12 sal in em hewl didin bi rejîma Sûriyeyê re bi diyalogê çareseriyê pêk bînin. Em bawer dikin ku dê bi rejîma Sûriyeyê re diyalog çêbibe.

Em dê xebatên xwe bidomînin. Di navbera me de hevdîtin hene.

Lê lihevkirin nîne. Ji ber ku rejîma Sûriyeyê hîna ji çareseriyê re ne amade ye. Ji bo vegere rewşa beriya 2011an şertên wê hene.”

Mercên diyaloga bi Tirkiyeyê re

Mazlûm Ebdî anî ziman ku bi şertê ku dewleta Tirkiyeyê û çekdarên girêdayî wê ji herêmên dagirkirî derkeve, ew dikarin bi Tirkiyeyê jî diyalogê bikin.

Derbarê danûstandinên di navbera aliyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê de jî Mazlûm Ebdî dibe ku careke din Danûstandinên Kurdî-Kurdî destpê bikin.

“Amerîka, Brîtanya û Fransa jî dixwazin”

Fermandarê Giştî yê HSDyê wiha got:

“Di pêvajoya diyalogê gaveke baş hat avêtin. Di aliyê siyasî de PYNK û ENKS gihîştin yek nêrînê.

Mijarên pratîk ên wekî, ‘çawa tevlî îdareyê û hilbijartinan bibin’ mabûn. Li vir diyalog sekînin.

Ji ber gelek sedeman ev sekinî, niha cardin ji me û Amerîka, Brîtanya, Fransa xwestek heye.

Îhtimaleke mezin e di meha Tebaxê de cardin pêvajoya diyalogê destpê bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst