DÊRSIM - Bi beşdarbûna hunermend, cotkar û xelkê palehiya genimê xwezayî hat kirin

3 demjimêr berê
Ali Haydar Gozlu
Bi beşdarbûna hunermend, cotkar û xelkê palehiya genimê xwezayî hat kirin
Bi beşdarbûna hunermend, cotkar û xelkê palehiya genimê xwezayî hat kirin
Nîşan Dêrsim Palehî Dirûn Genim
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê bi beşdariya hunermed, cotkar û xelkê palehiya dirûna zeviya genim hat kirin.

Hinek tovê genim heye ku berê li gelek deveran dihate çandin û tendirust jî bûn lê bi demê re di çandiniya modern de nehate bikaranîn û niha li ber nemanê ye.

Li Gundê Kurkurikê yê navçeya Mêzgira Dêrsimê zeviyekî ku 30 sal bû nedihate çandin, îsal bi tovê genimê reş hat çandin.

Tov ji bavûkalan maye

Ev tov ji bavûkalan maye û rêjeya gulutena wê jî kêm e û kesên ku pirsgirêkên wan bi glutenê re hene jî dikarin heta rêjeyekê bi kar bînin.

Palehiya dirûnê  jî bi beşdariya hinek hunermend, cotkar û xelkê Dêrsimê hat kirin û nêzîkî 20 donim zeviya genim hat dirûn.

Hunermendê Kurd Metin Kahraman jî paleyî kir û bal kişand ser berbelavkirina wî tovê kevnar û diyar kir ku ew dê hewl bidin ku heman tiştî li bajarên din jî bikin.

“Projeya herî girîng ya 10 salên dawî ye”

Metin Kahraman got:

“Dema mirov dibêje Dêrsim, tevgera çandiya xwezayî tê bîra mirov ku projeya herî girîng ya 10 salên dawî ye.

Ji ber vê yekê ez ji destpêkê ve di nav vê projeyê de me.

Mêzgîr qadeke girîng e û baxçeyê wê zêde ne. Nêzîkî 4 sal in em vî karî dikin û em di rewşeke baş de ne û em dixwazin pêşdetir bibin.”

Dawiya palehiya dirûnê jî stran hatin gotin û govend hat gerandin.

10 sal in li parêzgeha Dêrsimê çandiniya xwezayî ya bêyî gubre tê kirin û niha ji Dêrsimê ber bi bajarên wekî Konya, Eskîşehîr, Nigde û Aksarayê yên Tirkiyeyê ve belav dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst