Mereş - Jinekê hezkiriyê xwe da ber kêran û ew kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê jinekê hezkiriyê xwe da ber kêran û ew kuşt.

Li gorî agahiyan, doh bi şev li Taxa Saçaklizadeyê ya Mereşê, ji ber sedemeke nediyar jina bi navê K.B. ya 27 salî û hezkiriyê wê Kemal Kuşçu yê 30 salî ketin qirika hev.

Piştî ku nîqaş gur bû K.B.yê Kemal Kuşçu da ber kêran û ew birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê.

Di pişkinînan tîmên tenduristiyê de derket ku Kemal Kuşçû miriye.

Tîmên tenduristiyê termê Kuşçu veguhast morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mereşê.

Herwiha hat ragihandin ku K.B. ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.