Li Amedê 2 hezar donim zevî şewitî
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Farqînê ya Amedê ji ber şewitandina pirêzeyan 2 hezar donim zevî şewitî.
Li gundê Korîtê yê yê Farqînê doh êvarê ji ber şewitandina pirêzeyan şewat derket.
Li ser agahdarkirinê gundî û tîmên agirkujê yên şaredariya Farqînê çûn cihê agir.
Ji ber ku şewat di bin bandora bayê de mezin bû û belav bû, mudaxaleya tîmên agirkujên yên şaredariya farqînê li hember şewatê têrê nekir.
Ji navçeyên Bismil û Hezroyê hêz şandin qada şewatê.
Şaredariya Farqînê jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û tê de got:
“Li gundê Korîtê yê navçeya me, êvarê agireke mezin derket û tevî hewldanên giran ên gundiyan û tîmên agirkujê, li herêmeke fireh belav bû.
Di encama agir de, nêzîkî 2 hezar donim erd zirar dît.
Hevserok Kadri Esen, endamên meclîsa şaredariyê û tîmên agirkujê bi lez gihîştin cihê bûyerê û mudaxaleyî agir kir.
Xebata hevaheng a berpirsiyaran di pêşîlêgirtina belavbûna zêdetir a agir de bandoreke erênî kir.”
"Li Gundê Korîkê: 2 Hezar Donim Erdê Şewitî"
— Silvan Belediyesi (@silvanbeltr) July 22, 2024
Li gundê Korîkê yê navçeya me, êvarê agireke mezin derket û tevî hewldanên giran ên gundiyan û tîmên agirkuj, li herêmeke fireh belav bû. Di encama agir de, nêzîkî 2 hezar donim erd zirar dît.
Hevserok Kadri Esen, endamên meclisa… pic.twitter.com/7M7zvEPtuK