Li Amedê 2 hezar donim zevî şewitî

23-07-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Farqîn Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Farqînê ya Amedê ji ber şewitandina pirêzeyan 2 hezar donim zevî şewitî.

Li gundê Korîtê yê yê Farqînê doh êvarê ji ber şewitandina pirêzeyan şewat derket.

Li ser agahdarkirinê gundî û tîmên agirkujê yên şaredariya Farqînê çûn cihê agir.

Ji ber ku şewat di bin bandora bayê de mezin bû û belav bû, mudaxaleya tîmên agirkujên yên şaredariya farqînê  li hember şewatê têrê nekir.

Ji navçeyên Bismil û Hezroyê hêz şandin qada şewatê.

Şaredariya Farqînê jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û tê de got:

“Li gundê Korîtê yê navçeya me, êvarê agireke mezin derket û tevî hewldanên giran ên gundiyan û tîmên agirkujê, li herêmeke fireh belav bû.

Di encama agir de, nêzîkî 2 hezar donim erd zirar dît.

Hevserok Kadri Esen, endamên meclîsa şaredariyê û tîmên agirkujê bi lez gihîştin cihê bûyerê û mudaxaleyî agir kir.

Xebata hevaheng a berpirsiyaran di pêşîlêgirtina belavbûna zêdetir a agir de bandoreke erênî kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir