Li Reqayê 4 serbazên Sûrî di teqînekê de hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Reqayê li bakurê rojhilatê Sûriyê otomobîleke hêzên artêşa Sûriyê rastî êrîşê hatin û di encamê de 4 serbazên Sûrî hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, roja Şemiyê mîneke vedayî bi otomobîleke hêzên artêşa Sûriyê de, li devera Resafeyê ya Reqayê teqiyaye.
Di encama teqînê de 4 serbazên artêşa Sûriyê hatine kuştin ku li gorî hin çavkaniyên xwecihî xelkê bajarokê Selemiyê yê parêzgeha Hemayê ne.
Heta niha, tu aliyekî berpirsiyariya wê êrîşê li xwe negirtiye.