Li Mereşê erdhej çêbû

23-07-2023
RÛDAW
Nîşan Elbistan Mereş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbîstanê ya Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4 pile erdhejek çêbû û kûrahiya wê zêdeyî 8 kîlometre bin erdê bûye.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku îro Yekşemê 23ê Temûza 2023an li navçeya Elbîstanê ya Mereşê demjimêr 13:48 deqe bi hêza 4 pile erdhejek çêbûye û kûrahiya wê jî 8.76 kîlometre bin erdê bûye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî erdhejên navend Mereş ku 6ê Sibata îsal çêbûbûn erdhejên paşekî berdewam in.

Her wiha pispor bo çend parêzgehan hişyarî didin ku egera erdhejên pile mezin heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst