Grûpên çekdar daristanên Efrînê tune dikin

23-07-2023
Hisên Omer
Grûpên çekdar daristanên Efrînê tune dikin
Grûpên çekdar daristanên Efrînê tune dikin
Nîşan Efrîn Grûpên Çekdar Birîna Daran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daristanên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku beriya dagîrkirina herêmê ji aliyê Tirkiyê û grûpên girêdayî wê ve bi daristanê himbiz û têrdar nixumandî bûn niha ji daristanan hatine rûtkirin.

Li gorî dîmenên nû ku ji çiyayê raserî bajarê Efrînê hatine kişandin û ji Rûdawê re hatine şandin, çiya bi tevahî ji daran hatiye rûtkirin.

Mistefa Şêxo, çalakvanê belgekirina binpêkirina li Efrînê ji Rûdawê re çiyayên ku li Efrînê ji daran hatine rûtkirin hejmartin.

Çalakvan Mistefa Şêxo got "Ji Gundê Kefersefrê heya Gundê Xelîl li Çiyayê Xwestiya bi sed hezaran dar li wir hene hatina birandin û şewitandin. Niha yek dar li wir nemaye bûye çol. Li Çiyayê Hawarê bi sed hezaran dar bi tevahî hatin birin û şewitandin. Li vê dawiyê li Çiyayê Efrînê di navbera Zîdiyê û Mehmûdiyê de dar bi tevahî hat birin. Ev wêneyên li pişt min hemû dar bûn hêşînayî bû lê mixabin niha di parçe videoyan de tê xuyakirin yek dar nemaye, hemû tên birîn, hemû tên şewitandin."

Li gorî raporeke Rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê, ku îsal hatiye belavkirin, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, darên 114 cihên daristanî yên li herêma Efrînê birîne.

Çavkaniya ku video ji bo Rûdawê şandine got, eger ev guhertina demografîk a sîstematîk, û birîna daran û têkdan û talankirina şûnwarên Efrînê berdewam bike, di demeke nêzîk de, dê rû û nasnameya Efrînê bi tevahî û ji binî ve bê guhertin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst