Li parêzgeha Erzeromê baran barî

Hewlêr (Rûdaw) - Di vê germa havînê de ku li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pileyên germê 40 derbas kiriye, îro li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê baran barî.

Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê îro di demjimêrên piştî nîvro de bi carekê barîna baranê destpê kir.

Welatiyên ku ne li benda baraneke bi vî awayî bûn, bê amadekarî bûn û ji ber baranê rastî gelek zehmetiyan hatin.

Ji ber baranê li gelek kolanên nava bajêr av kom bû.

Ev yek di demekê de ye ku îro Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand ku dê roja Duşemê 24ê Temûza 2023an li wê parêzgehê baraneke gur bibare.