Çewlig: Festîvala Xweza û Çandê hate qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gêxî ya parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê Festîvala Xweza û Çandê ku dê di 12-13ê Tebaxa 2023an de bihata kirin, bi hinceta ku “belgeyên daxwaznameyê kêm in û cihê ku festival lê were sazkirin nîne” ji aliyê qeymeqamtiyê ve hat redkirin.

Li gor agahiyên ku hatine belavkirin, Yekîtiya Komeleyên Gêxiyê (KİDEB) xwestiye di 12-13ê Tebaxê de festîvalekê saz bike û ji bo wergirtina destûrê serî li qeymeqamtiyê daye lê Qeymeqamtiya Gêxiyê bi hinceta ku belge kêm in û cihê festival lê bê kirin nîne destûra sazkirina festîvalê nedaye.

Tê gotin ku di 15ê Hezîranê de dema Yekîtiya Komeleyên Gêxiyê bi belgeyeke nivîskî serî li qeymeqamtiyê daye û wê demê qeymeqam erênî nêzîkî daxwaza wan bûye.

18ê Temûzê bi awayekî nivîskî qeymeqamiyê bersiva wê daxwazê daye û gotiye “Belge kêm in û cihê festîval lê were sazkirin nîne” bi wî awayî daxwaz hatiye redkirin.

Yekîtiya Komeleyên Gêxiyê di daxuyaniyekê de dibêje, “Ev nêzîkatiya bi hincet eger ne siyasî be çi ye?”