Fuad Husên: Em dê giliya Tirkiyê li Encûmena Asayîşa Navdewletî bikin

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li ser topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê, pirsgirêkên Iraq û Tirkiyê û çend mijarên girîng daxuyaniyeke taybet da Rûdawê. Fuad Husên li ser topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê got, “Em dê giliya Tirkiyê li Encûmena Asayîşa Navdewletî bikin û dest bi proseduran dikin.”

Di 20ê Tîrmeha 2022an de seyrangeha gundê Perex a Zaxo ya Duhokê hat topbarankirin ku di encamê de zarok jî di nav de 9 kesan canê xwe ji dest dabûn û herî kêm 30 kes jî birîndar bibûn.

Wezîrê Derve yê Iraqê radigihîne, Iraq mîna welatekî ji aliyê gelek welatên dinyayê ve tê piştgirîkirin û “nabe Tirkiyê kengî bixwaze operasyonên leşkerî di nav axa Iraqê de pêk bîne.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fûad Hisên di hevpeyvînekê de bi Rûdawê re ku Senger Ebdilrehman saz kir, bi hûrbînî qala topbarana gundê Perexê yê girêdayî Zaxo, tedbîrên Iraqê li hember Tirkiyê, peymanên ewlehî yên Tirkiyê û Iraqê, çalakiyên Tirkiyê û PKKê li Iraqê û hin mijarên din kir.

Li ser tedbîrên ku Iraq wan li hember Tirkiyê werdigire, Dr. Fûad Hisên got, “Me li Encûmena Ewlekariyê ya NY doz vekir û bi tedbîrên dîplomatîk tişta ji destê me bê, em ê bikin.”

Derbarê navçeya girêdayî Zaxo ku hat topbarankirin, gelo endamên PKKê lê hebûn, Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand, "Li gor zanyariyên ku gihane destê min, navçeya ku armanc hatiye girtin PKKê lê nebû.”

Li ser çalakiyên Tirkiyê û PKKê li ser axa Iraqê, Dr. Fûad Hisên dibêje: Çênabe Tirkiyê kengî bixwaze operasyoneke leşkerî di nav axa Iraqê de bike. Her wiha dibêje, “Ne mafê PKKê ye li Iraqê be û çalakiyan bike.”

Naveroka hevpeyvîna Rûdawê ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fûad Hisên:

Rûdaw: Piştî ku we nola hikûmetê Iraqê bûyera topbarankirina gundê Perexê lêkolîn kir, li gor we, tu hewcedariyeke din heye ku hin lêkolînên din werin kirin? Yan lêkolîna ku we kir bes bû ku hûn bigihin rastiya bûyerê?

Dr. Fûad Hisên: Rastiya bûyerê çend tişt in. Yek: Qurbanî û du cih, sê jî mijara leşkerî, ango êrîş ji ku hat kirin û ji ku hat û kîjan çek hatine bikaranîn? Ev hemû hatine lêkolînkirin, encam jî hatiye zanîn. Derbarê qurbaniyan jî hatiye zanîn ku 9 şehîd û 31 birîndar hene. Cih jî hatiye zanîn, lewra rastî diyar in.

Rûdaw: Rastî çi ye?

Dr. Fûad Hisên: Wek min got beşek jê têkildarî cih û gund e. Beşek jî girêdayî xelkê ye. Beşek jî girêdayî cureyê çekan e. Çeka ku hatiye bikaranîn topavêjeke 155 mîlîm e, 4 top li wê derê ketine, topa yekem ku hatiye avêtin piştî nîv saetê her sê topên din hatine. Ango celeb û hejmara topan li ba me ye. Beşên ku ketin destê pisporên leşkerî, anîne Bexdayê û lêkolîn kirin û gihiştin hejmar, cih û cureyê çekê. Hemû ji hêla pisporên leşkerî hatiye zanîn.

Rûdaw: Ji lêkolîna wan parçeyan ji we re zelal bû ku Tirkiyê ew çar top avêtine wê navçeya geştyarî?

Dr. Fûad Hisên: Tişta ku pisporên leşkerî ji me re ragihandin, rapora wan qala çekekê dike ku 155 mîlîm e û artêşa Tirkiyê wê çekê bikar tîne.

Rûdaw: Ango ew bûyer ji hêla Tirkiyê ve hatiye kirin?

Dr. Fûad Hisên: Li gor zanyariyên ku ew behs dikin, erê.

Rûdaw: Lê Tirkiyê di çend helkeftên cuda de û wezîrê derve yê Tirkiyê jî di hevpeyvînekê de got ne em bûn, hûn jî dibêjin, Tirkiyê bû. Çawa li ser wê mijarê digihin encamê? Tirkiyê daxwaza pêkanîna komîteyeke lêkolînê dike.

Dr. Fûad Hisên: Daxwaza pêkanîna komîteyê nekirine, tenê di medyayê de qal dikin. Heke daxwaza pêkanîna komîteya lêkolînê bikin, divê bi rêya nivîsara fermî were daxwazkirin. Ne ku daxwaza komîteya lêkolînê, daxwaza wê yekê bikin çima ew bûyer qewimî? Mesele çi bû? Çunke li gor zanyariyên leşkerî ku gihane destê me, nîşana wê yekê didin ku Artêşa Tirk bû.

Rûdaw: Encûmena Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê bi serokatiya serokwezîrê Iraqê rêzdar Mistefa Kazimî civiya û 8 biryar hatin wergirtin. Li gor we, Iraq dikare wan biryaran cîbicî bike?

Dr. Fûad Hisên: Derbarê biryaran, berî her tiştî, Iraq ne ber bi şer diçe, ne niyeta wê ya çûna ber bi şer heye, ne şer qebûl dike û ne jî baweriya Iraqê bi şer heye. Pêwîst e têkiliyên me bi Tirkiyeyê re saxlem û dirust bin, li ser hîmê rêzgirtina xak û gelên hev bin. Tişta ku bi dîplomasiyê ve girêdayî ye, erê, dê were cîbicîkirin. Têkildarî ka dê têkiliya me û Tirkiyê ya dîplomatîk çawa be, me dest bi vekirina dozê li Konseya Ewlekariyê li New Yorkê kir. Çi tedbîrên dîplomatîk ji destê me bên, em ê bikin.

Rûdaw: Ango hûn rijd in ku li Encûmena Asayişa Navdewletî giliyê Tirkiyê bikin û dozê li dijî wê vekin?

Dr. Fûad Hisên: Me ji îro ve dest pê kir.

Rûdaw: Yek ji biryarên Encumena Asayişa Niştimaniya Iraqê ew e dibêje, ji bo berevanîkirinê amade bin. Ev tê wê wateyê ku êdî rê nadin Tirkiyê bêhtir derbasî nav axa Iraq û Herêma Kurdistanê bike?

Dr. Fûad Hisên: Ji wê êrişa ku hat kirin, divê her du alî jî îbretan wergirin, xasma divê Tirkiyê dersan wergire. Iraq ne wek Sûriyê ye..heke nêtek heye weke Sûriyê li Iraqê bê…desttêwerdana wê li Iraqê pir zehmet dibe. Rast e heya niha hatine, lê ji wê bûyerê û bi şûn de lazim e Tirkiyê siyaseta xwe biguhere, nexasim ew nêta Iraqê tune ye, berevajî dixwaze têkiliyên wê yên baş bi Tirkiyê re hebin, bi rêya diyalogê. Lê nabe têkilî bi wî awayî be ku ew kengî bixwazin werin nêv axa Iraqê, kengî bixwazin êriş bikin, kengî bixwazin operasyonên leşkerî di nêv axa Iraqê de pêk bînin. Ez van gotinan dibêjim, fêm dikim pirsgirêka Tirkiyê bi PKKê re heye. PKK ji Tirkiyê re pirsgirêk e. Lê ez a rast bibêjim PKK ji Iraqê re jî pirsgirêk e. Çunke destûra Iraqê rê nade PKK li ser axa Iraqê û li Kurdistanê be. Li ser axa Iraqê û li Kurdistanê çalakiyên xwe yên leşkerî rêk bixe û êrişî ser welatekî din bike, ev nayê qebûlkirin. Ango PKK ji Iraqê re jî pirsgirêk e. Lê ev bi vî rengê êrişkirina ku Tirkiyê dike çareser nabe. Her wisa ez rastiyê bêjim êrişên Tirkiyê di aliyê leşkerî, cografî û êrişkirinê de ziyanê li gelê Iraq û Kurdistanê didin. Di vê demê de hejmareke zêde ya kesên sivîl hatine kuştin. Ew bi piraniya caran dibêjin em li dû PKKê ne û em şerê PKKê dikin. Lê em dibînin ku şer dorfireh bûye. Em dibînin cihên ku armanc dikin, ne cihên PKKê ne. ango niyeta wan çi ye û çima wisa dibêjin? Çareseriya dawî ev e: Yek: Em gotûbêjeke realîst bikin. Du: Tirkiyê li ser axa Iraqê nemîne, her wiha PKKê jî di nav axa Iraqê de nemîne. Pirsgirêka PKK û Tirkiyê ne li vî rexê sînor, lêbelê li wî rexê sînor e. Lê herduyan pirsgirêka xwe aniye nêv axa Kurdistan û Iraqê. Em jî dibêjin ev nayê kirin û nabe.

Rûdaw: Çûna derve ya PKKê xaleke din e ji 8 biryarên Iraqê. Ew pêngav çawa tê cîbicîkirin?

Dr. Fûad Hisên: Ez fêm dikim ku di aliyê leşkerî de rewşa Iraqê çawa ye û rewşa leşkerî ya Tirkiyê çawa ye û PKK li ku ye û li kîjan çiyayî ye, ev ne hêsan e. Lê di encamê de hêzên leşkerên yên din hebûn li Iraqê, yên biyanî, lê li Iraqê neman. Divê em rêyekê bibînin. Lê ev karê Tirkiyê ye, ango divê Tirkiyê bi xwe rêyekê bibînin da vê pirsgirêkê çareser bike û pirsgirêk nebe pirsgirêka Tirkiye û Iraqê.

Rûdaw: Eger bûyerên wisa dubare bibin, gelo dê berfireh bibe û bibe pirsgirêkeke mezin di navbera Iraq û Tirkiyê de?

Dr. Fûad Hisên: Rast e niha pirsgirêkên Iraqê yên siyasî û emnî hene. Lê Iraq mîna welatekî ji hêla gelek welatên cîhanê ve tê piştgirîkirin. Ango nabe were gotin Iraq lawaz e. Iraq dikare liv û tevgerê bike. Lê Iraq naxwaze pirsgirêkên wê bi tu welatekî cînar re hebin.

Rûdaw: Mebesta te liv û tevgera leşkerî yan dîplomatîk e?

Dr. Fûad Hisên: Bi rastî ez qala aliyê wê yê leşkerî nakim. Di encamê de di navbera Iraqê û tu welatekî cînar, nabe pirsgirêk bi rêyên leşkerî bên çarekirin. Rêya leşkerî ne çareserî ye jî. Lewma em dibêjin divê Tirkiyê rêya leşkerî nemeşîne ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Tirkiyê ku daye ser rêya leşkerî, qala wê yekê dike ku şerê PKKê dike, lê kesên sivîl armanc hatine girtin.

Rûdaw: Gelo navçeya ku armanc hate girtin, PKKê lê hebû?

Dr. Fûad Hisên: Li gor zanyariyên ku gihane destê min, na PKKê li wir nebû.

Rûdaw: Hûn ê pirsgirêka PKKê li Iraqê çawa çareser bikin?

Dr. Fûad Hisên: Ew pirsgirêk pirsgirêka Tirkiyê ye û hatiye nêv Iraqê. Divê em û Tirkiyê bi hev re rûnin. Lê rûniştin ji bikaranîna çekan cuda ye..divê ev bi rêyeke emnî bê çareserkirin. Ne em dikarin bi rêya emnî çareser bikin, ne jî Tirkiyeyê karibû vê bike. Divê ew rêyeke din bibînin. Em jî amade ne bi Tirkiyeyê re rûnin. Lê niha ew bûyer qewimiye û Tirkiyê jî dibêje: Ne em in, nexwe kî bû? Însan hatine kuştin, li gund dane.

Rûdaw: Tirk dibêjin PKKê bû…

Dr. Fûad Hisên: Ew wisa dibêjin lê çi zanyarî hene û ji me re hatine, di hemû aliyan de, erdnîgariya deverê, cureyê çekan, mesafe, her tişt nîşan dide ku ev karê Artêşa Tirkiyê bû.

Rûdaw: Karvedan li Iraqê zêde bûn. Zûzûka karvedanên mezin li Iraqê li ser wê mijarê peyda bû. Yek ji wan rêzdar Muqteda Sedr daxwaz dike hemû têkilî bi Tirkiyê re werin qutkirin û sînor bi Tirkiyê re werin girtin û artêşa Tirkiyê ji Iraqê were qewitandin û dawî li peymana emnî ya bi Tirkiyê re were anîn. Dê Iraq vê yekê bike?

Dr. Fûad Hisên: Yekem tişt peymana emnî ya Iraqê bi Tirkiyê re tune ye, ev vedigere sala 1984ê. Gelek kes, tew şirovekarên siyasî behsa wê yekê dikin ku peymana emnî heye, sala 1984ê, reşnivîsa civînekê di navbera wezîrê derve yê wê çaxê yê Iraqê Tariq Ezîz û wezîrê derve yê wê çaxê yê Tirkiyê de heye. Di reşnivîsa civînê de hatiye nivîsandin, yek: Ji mafê Tirkiyê ye ku bi kûrahiya 5 km were nêv axa Iraqê. Du: Ger hat û biryar da bê nêv axa Iraqê divê pêşî hikûmeta Iraqê haydar bike. Sê: Heke hate nêv axa Iraqê, divê piştî 72 saetan vekişe û vegere aliyê din ê sînor. Çarem: Ev reşnivîs ji bo salekê ye û diqede. Ango ne peymana ewlehî di navbera Iraq û Tirkiyê de ye. Ez nizanim heke bi kesekê ewlekarî yan leşkerî re axivîbin, lê rêkeftin wek rêkeftina li ser kaxezê hatibe nivîsandin..tune ye. Ev çewtî ye ku bikar tînin, tişta ku ew behs dikin, li ba me tiştekê wiha nîne.

Rûdaw: Mûmkin e sînor bi Tirkiyê re werin girtin?

Dr. Fûad Hisên: Ez wezîrê derve me, karê min ne ew e ku ez pirsgirêkan çêbikim. Karê min ew e ku ez pirsgirêkan çareser bikim. Ne karê wezîrê derve ye ku nav di leşkeran bide da şer bikin…nabe Iraq jî here nav şer, Iraq 50 salan di şer de bû, hinek şer şerên navxwe bûn û hinek derveyî bûn. Iraq 50 salan di şer de bû bi xwe re û bi kesên din re. Êdî bes e çanda şer û kultûra şer…divê em rêyekê bibînin bi welatên cînar re, tew gava destdirêjiyê li ser me dikin, hewce nake ku em bi ziman şer bersiva wan bidin. Lê nabe welatên cînar wisa bifikirin ku Iraq pir lawaz e. Di warê navdewletî de, gelek dostên Iraqê hene û hevsoziyeke xelkê ya mezin li ser Iraqê heye.

Rûdaw: Li ser wê bûyerê tu welatekî hevsozî ji we re nîşan da?

Dr. Fûad Hisên: Ez dikim bibêjim tu welatek nema û pêwendî nekir. Tu welatek nema xasma yên rojavayî, nemaze yên erebî û misilman pêwendî nekiribin û piştevanî û hevsoziya xwe ji Iraqê re nîşan nedabin. Hêj me gelek liv û tevger jî nekiriye, lê divê welatên cînar bi awayekî din bi Iraqê re wek welat tev bigerin. Rast e pirsgirêkên Iraqê hene, lê nabe kengî bixwazin derbasî hundir bibin. Ez dizanim tirk qala çi dikin di mijara hatina wan bo nav Iraqê, qala du tiştan dikin. Yekem, dibêjin PKK rêxistineke terorîst e û mafê me heye ku em herin li wan bidin. Duyem dibêjin em berevaniya xwe dikin. Mijara ku PKKê rêxistineke terorîst e yan na, ev mijareke din e.

Destûra Iraqê jî rê nade tu rêxistinek, PKKê jî di nav de ji axa Iraqê êrişî ser welatekî cînar bike, ev erkê aliyê Iraqî ye. Lê Tirkiyê pişta xwe bi benda 51ê ya Peymana NY asê dike ku berevaniya xwe dike. Lê ne wisa ye. Tew heke êriş jî hatiye kirin, êriş ew e ku Iraq êrişî ser Tirkiyê bike, lê êrişa rêxistinekê li ser welatê Tirkiyê nakeve çarçoveya Peymana NY. Her wisa heke êrişî ser Tirkiyê jî were kirin, divê cara yekem here Encûmena Asayîşê û tekez bike ku êriş li ser wê hatiye kirin, paşê here bergiriyê li xwe bike. Bergirî jî ne ew e ku were nêv sînorê Iraqê, lê bi wêya ku di bin sîwana şerê PKKê de hatiye nav Iraqê û çend navendên wê yên leşkerî ji sala 1991ê ve û heya niha hene. Dûre jî di bin sîwana şerê DAIŞê. Hikûmetên curbicur ên Iraqê jî her di gotûbêjê de bûn ligel Tirkiyê, heta niha her bi gotûbêj hewl dane pirsgirêkan çareser bikin. Lê niha ew bûyer qewimiye, Tirkiyê qala komîteyeke hevbeş dike, lê tenê di medyayê de behs dike, tu nameyeke fermî neşandine, ne daxwaza lêborîneke fermî ne tu tiştekî din.

Rûdaw: We gazî balyozê Tirkiyê li Iraqê kir û we nameya nerazîbûnê da wî û we jê re ragihand ku divê Tirkiyê doza lêborînê bike û qurbaniyan qerebo bike û hêzên xwe ji Iraqê bikişînin, gelo helwesta balyozê Tirkiyê çi bû?

Dr. Fûad Hisên: A giring ew e ku name bi wî hate dayin. Ew ê jî wê nameyê ji hikûmeta xwe re bişîne, balyoz tenê dikare vê yekê bike. Lê ev helwesta hikûmeta Iraqê, bi rastî bibêjim helwesta gelê Iraqê ye. Her kes dibîne, gelê Iraqê bi temamî karvedaneke tund li hember wê êrişê nîşan da. Parlamentoya Iraqê jî ku roja duşemê rûdine, derbarê wê mijarê, bê guman Parlamentoya Iraqê jî dê helwesteke tund diyar bike, daxwaz kirine ku wezîrê derve û bergirî û fermandeyên leşkerî herin parlamentoyê û qala wê mijarê bikin. Ev bûye mijareke têkildarî raya giştî. Divê Tirkiyê vê fêm bike, ev ne meseleya serokwezîrekî û ne wezîrekî û ne hikûmetê ye.

Rûdaw: Lê Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Tirkiyê di civîna xwe de biryar da di operasyonên xwe yên di nêv axa Iraqê de li dijî PKKê berdewam bin.

Dr. Fûad Hisên: Li dijî PKKê derdikevin bila derkevin, lê ew di nêv axa Iraqê de berdewam in. Mesele axa Iraqê ye, Iraq welatekî din e. Li gor min, heta niha pêwendiya gelê Iraqê bi Tirkiyê re pir baş bû, em hêvîdar in ev pêwendî baş bimîne û karê me jî ew e ku em vê pêwendiyê bi welatên cînar re biparêzin û baştir jî bikin. Lê ew êrişa ku hat kirin raya giştî ya Iraqê guhert. Pêwîst e Tirkiyê vê yekê fêm bike, pêwîst e têbigihe gelê Iraqê ne wek berî wê roja çarşemê ye li hember Tirkiyeyê. Lazim e Tirkiyê vêya fêm bike. Heke vê yekê fêm neke ango dê gelek pirsgirêk derkevin holê. Pêwîst e Tirkiyê ji xwe bipirse, gelo dixwaze pêwendiyên xwe bi hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê re baş bike yan xerab bike? Ger dixwaze pêwendiyên xwe baş bike bi vî awayî baş nabin, çunke di encamê de hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê, parlamentoya Iraqê û parlamentoya Kurdistanê nikarin li dijî miletê xwe bin. Niha milet li hember Tirkiyê rabûye..kê dikare li dijî miletê xwe raweste? Niha raya giştî li Iraqê wisa ye, helwesta wê ya tund li hember Tirkiyê heye, divê Tirkiyê vêya fêm bike û vê mijarê çareser bike. Bi tundûtîjî dijî xelkê nikare pirsgirêkan çareser bike. Ew qala PKKê dike lê li xelkê daye..ê baş e dê xelk çawa qebûl bike?

Rûdaw: Piştî bûyerê, li ser asta bilind tu têkiliyek bi Tirkiyê re nebû?

Dr. Fûad Hisên: Na, heya niha tu tişt nebû.

Rûdaw: Piştî wê bûyerê giliyek li Herêma Kurdistanê çêbû, dibêjin heta bûyereke wiha neqewimî û hinek hemwelatiyên iraqî nebûn qurbanî hikûmeta Iraqê neliviya. Berê û niha bêhtirî 138 hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bi sedema topbarana Tirkiyê şehîd bûn. Çima berê hikûmeta Iraqê bi vî rengî tevnediliviya?

Dr. Fûad Hisên: Na, hikûmeta Iraqê hergav bêdeng nemaye, lê ne dûr e vê carê cuda be. Yekem, ev komkujiyeke mezin bû. Duyem, ez rast bibêjim bûyer hemî di medyayê de hat veguhastin. Her takekesekê Iraqî, her merivekê iraqî û ne iraqî jî ku guh dide Iraqê, bûyer bi çavê xwe dît. Ne dûr e li ser bûyerên ku berê qewimîne wezareta derve nameyên nerazîbûnê dabin Tirkiyê, di rûniştinan de hatiye qalkirin, lê ev bû mijarek bo raya giştî. Hinek dastanên pir dilsoj jî di bûyerê de hene. Ev bû tiştekî maddî di nêv raya giştî de. Te dît karvedana cemawerî pir bû, lê bi rastî her carekê Tirkiyê çi kiriye ku têkildarî kesên sivîl ên Iraqê bû çi kurd be yan her pêkhateyeke din be, ereb yan mesîhî yan tirkmen be, helwesta wê hebû, lê helwest jî têkildarî awayê bûyerê bû. Ev bûyer jî bûye mijara her takekesekê Iraqê û mijareke mezin e.

Rûdaw: Wek hikûmeta Iraqê hûn ê qurbaniyan qerebo bikin?

Dr. Fûad Hisên: Heta niha Tirkiyê nameya sersaxiyê jî neşandiye. Rast e di medyayê de behs dike, welat nema nameyan neşîne û pêwendiyê neke. Qet nebe nameyeke sersaxiyê neşandiye. Balyozê wan ku hat gazîkirin behs kir. Lê ev nagihe asta ku gazî balyozekê were kirin, sersaxiyê bigihîne.

Rûdaw: We biryar da gazî karbirêkerê balyozxaneya Iraqê li Enqereyê bikin?

Dr. Fûad Hisên: Ew vegeriyaye.

Rûdaw: Heta kengî naçe?

Dr. Fûad Hisên: Balyozxane dê her bimîne. Di dema şer de jî balyozxaneyên Iraq û Îranê mabûn, nayê girtin. Lê divê Tirkiyê ji vê rewşa Iraqê fêm bike. Ev rewşeke nû ye. Pêwîst e Tirkiyê reftara xwe derbarê vê mijarê biguhere, derbarê Iraqê pêwîst e diyaloga eşkere û vekirî hebe, qala PKKê were kirin, qala qereboya wan merivan bê kirin, qala hebûna leşkerê tirk di nêv axa Kurdistanê de û nêzîkî Başîkê were kirin, ev bûye mijar êdî tu nikarî xwe jê bidî paş. Her wezîrek wezîrê derve yê Iraqê be nikare xwe ji vê mijarê bide baş, divê bê behskirin. ji bo vê jî pêwîst e Tirkiyê were pêş, heke neyê pêş tê wateya ku dê hilkişîn çêbibe. Li şûna ku ew mijarê nerm bikin radibin biryar didin şer bidomînin..ev nabe.

Rûdaw: Kêm caran me dîtiye bi vî awayî karvedana we ya tund hebe. Ew karvedana tund çi bû me li cihê bûyerê ji cenabê we dît?

Dr. Fûad Hisên: Berî her tiştî ez meriv im, tişta min dît min di jiyana xwe de zêde nedîtiye...min bûyerên bêtar dîtine, jiyana min di nêv xebatê de bû, li siyasetê bû, li nav kêşeyan bû, min gelek tişt dîtine. Lê eva min dît pir cuda bû. Dev jê berde tu berpirs î yan siyasetvan î, diçe dibînî parçeyek laş li wir veketiye, parçe goştek li wê derê veketiye, bergê kesekê li wir ketiye, xwîn li wir e, diçî nexweşxaneyê jineke ciwan dibînî dibêje 5 roj in min şahî kiriye, bi mêrê xwe re hatiye heyva hingivîn, ma tu dizanî wê jinê çi gote min? Got zêde giringiyê nedin dermankirina min lê alîkariya mêrê min bikin...min got li ku ye? Got li nexweşxaneyeke din e birîndar e, mêrê min rizgar bikin. Bê guman wê nizanîbû ku mêrê wê miriye...ê dastanên wiha kesek ji başûrê Iraqê hatiye, jineke ciwan, kurekê ciwan 5 roj e zewicêne, hatine çend rojan bêhna xwe vedin, li dewsa ku bêhna xwe vedin termê mêrê wê jê re diçe. Vê bûyerê bandor li her kesî kir. Lazim e Tirkiyê vêya fêm bike. Ne hêsan e efserek rûniştiye fermanê dide, 500 heta 600 kes li wê derê bûn, nêzîkî 100 otûbûsan li wir bû. Tirk bi xwe besh dikin li gelek civînan behs kirine dikarin yekî bibînin ku ji şikeftekê derdikeve û diçe dereke din û dikarin lê bidin, wisa jî kirin. Baş e çi rewa ye 500 ta 600 kesî nabînin? Çi rewa ye 100 otobûsan nabînin li wir sekinîne? Wisa bihesibînin topa yekem bi çewtî avêtin, çima piştî nêv saetê 3 topên din davêjin?

Rûdaw: Ma mûmkin e ku bi çewtî navçe topbaran kiribe?

Dr. Fûad Hisên: Nizanim, biryara xwecihî bû? Hêvîdar im wiha be...ez ne di wê baweriyê de me ku biryara navendî yan hikûmetê be...lewra ez hergav qala artêşa Tirkiyê dikim, yan kesê ku berpirsê deverê ye, gelo biryareke xwecihî bû? Lê encama wê bobelat bû, encama siyasî bêtar e, tu karvedana xelkê dibînî çawa ye li Iraqê, dê ev karvedan berdewam be jî, rewşa siyasî ya Iraqê wisa lê dike ku ev karvedan bidome. Vêga rewşa siyasî ya Iraqê pir cuda ye. Parlamento jî pir cuda ye, pêwîst e Tirkiyê ji van tiştan têbigihe da têkiliyên navbera Bexda û Enqereyê bi başî bimînin, em naxwazin ev têkilî têk here. Tirkiyê bi nêzîkî bi bihayê 20 milyar dolarî pevguhertina bazirganî ligel Iraqê heye, her 20 milyar dolar jî li berjewendiya Tirkiyê ye. Dema hinek serkirdên siyasî yên Iraqê dibêjin bila em sînor bigirin tiştekê mezin e. Piraniya herî zêde ya şirketên ku li Iraqê dixebitin şirketên tirkî ne, hem li Kurdistanê û hem jî li başûrê Iraqê. Ê baş e heke kêşe di navbera me de hebe ev ziyaneke mezin li aboriya Tirkiyê dide, lê Iraq jê dê pir zirar bike. Çavkaniya Dicle û Firatê li Tirkiyeyê ye, têkiliyên me yên dîrokî bi Tirkiyê re hene, cografî, aborî, siyasî...baş e çima ev hemî bê jibîrkirin ûez mijûlî şer bim, şêweyên din ji bo çareserkirina mijarê hene, çima bi şer? Meseleya PKKê ne ya îro ye, PKK li Iraqê çênebûye, PKK li Enqereyê çêbûye, çend xwendekaran ew ava kir. Sala 1984 gava PKKê dest bi şer kir jixwe ne li Iraqê dest bi şer kir, lêbelê li Tirkiyeyê dest pê kir. PKK ji sala 1991ê ve hate vî rexî, ew jî rewşa Iraqê ku têk çû serîhildan qewimî...PKKê hate nêv çiyayên Kurdistana Iraqê, lê PKKê li Iraqê ji dayik nebûye.

Rûdaw: Lê Tirkiyê dibêje ji Iraqê êrişî ser Tirkiyê dike, mafê min e berevaniyê bikim.

Dr. Fûad Hisên: Tirkiye gelek caran dibêje şiyana PKKê nemaye, gelek caran dibêje eslen newêrin bigihine sînor jî. Em hemî jî dizanin û zarokek jî dizane li Iraqê li sînorê Kurdistana Iraqê û Tirkiyê gelek cureyên navendên leşkerî yên Tirkiyê hene, tu ku hatî nêv axa Iraqê kengê cara dawîn PKKê êrişî ser Tirkiyê kiriye? Dûre tu dikarî li nêv sînorên xwe parêzvaniyê li xwe bikî ne ku tu herî sînorê kesên din..wek mînak niha li hin cihan dîwar ava kiriye. Tevî vê jî ez dibêjim ne  ji mafê PKKê ye ku li Iraqê be, ne ji mafê PKKê ye li Iraqê çalakiyan bike. Ev pirsgirêk ne pirsgirêka kurdên Iraqê ye, ne ya erebên Iraqê ye û ne kêşeya Iraqê ye.

Rûdaw: Hûn ê kêşeya PKKê li nêv axa Iraqê çawa çareser bikin?

Dr. Fûad Hisên: Gelo bi kuştin û wêrankirinê çareser bû? Ev mijar mijareke emnî ye yan siyasî ye. Bila em realîst bin pirsa kurd li Tirkiyê pirseke emnî ye yan siyasî? Eger di aliyê siyasî de çareser kirine nexêr, lê bi ewlehî çareser nabe. Lêbelê tê li nav axa Iraqê bi emnî çareser bike. Kêşeya kurd li Iraqê hebû, hikûmetên Iraqê her li kêşeya kurd mikur nehatine, hemî çek jî li dijî gelê kurd bikar anîn, lê encam çi bû? Divê ru çareser bikî, niha ew çareser bû. Desthilata min nîne û ne karê min e jî ez desttêwerdanê di karûbarên navxwe yên Tirkiyê de bikim, ev mijar taybet bi wan e, lê ez dikarim tiştekê tenê bibêjim, pirsgirêka PKKê ne pirsgirêkeke Iraqî ye, kêşe ya wî rexê sînor e û bila ew bin xwe çareser bikin, lê çênabe were nêv axa Iraqê, tew ku hate nav axa Iraqê û li PKKê xist ewqas karvedana wê ya cemawerî li Iraqê nebû, lê gava kesên sivîl dibin armanc xelk wiha karvedanê nîşan dide. Lewma ez dibêjim piştî çarşema lêdana wan merivan divê Tirkiyê bi awayekî din li vê mijarê bifikire, ango bi hizira tundûtîjîyê nabe, li axa Iraqê nabe, ez nizanim li axê din ev ne mijara min e, lê li axa Iraqê nabe wisa tev bigere.

Rûdaw: Derbarê mijara pêkanîna hikûmetê, Çarçoveya Hemahengiyê dibêje em li benda kurdan in ji bo pêkanîna hikûmetê, cenabê te li Silêmaniyê bûyî û te Bafil Talebanî dît, dûre jî rêzdar Bafil Celal Talebanî hat Serok Barzanî dît. Gelo dê PDK û YNKê bigihin rêkeftinekê?

Dr. Fûad Hisên: Ez niha serokê şandê me li Bexdayê ji bo mijara pêkanîna hikûmetê. Em hemî hewldanan dijin da ku PDK û YNKê bigihin rêkeftinekê. Hêviya min ew e bigihin peymanekê, ez ji bo vê dixebitim jî.. ez di wê baweriyê de me ku dê dawiya dawîn bigihin peymanekê jî.

Rûdaw: Bijareya we ya yekemîn rêkeftin e, heke li hev nekin bijarteyên din dê çi bin?

Dr. Fûad Hisên: Vêga tenê bijareya yekem li bal min heye.

Rûdaw: Li ser mijara serokkomar digihin peymanekê?

Dr. Fûad Hisên: Ne tenê mijara serokkomar di nav PDK û YNKê de heye. Di dîrokê de gelek caran PDK û YNKê rastî hev hatine, lê dîrokeke wan a hevpar jî heye û bi hev re xebat kirine. Em li qonaxa pêwendiya navbera PDK û YNKê de bikin, her demê bi hev re bûn di her tiştî de serkeftî bûn çi di aliyê emnî de be yan leşkerî de, berê gava xebata pêşmergatiyê kirine, di aliyê siyasî de be yan qanûnî û destûrî be li Bexdayê be yan li her dereke din be. Her dema ku pevketibin û nakok bûbin û li dijî hev bûbin, em dibînin ne tenê bi ser neketine, berevajî vê ber bi paş jî çûne. Çareseriyeke din nîne ji bo PDK û YNKê, divê bi hev re bin. Bihevrebûn jî ne tenê têkildarî Bexdayê ye, lêbelê girêdayî Kurdistanê ye jî.

Rûdaw: Behsa wêya hat kirin li çûna cenabê wî bo Silêmaniyê û civîna te bi rêzdar Bafil Talebanî re, hinek pêşniyarên nû yên PDKê hebûn, ji bo lihevkirina bi YNKê re pêşniyarên PDKê çi ne?

Dr. Fûad Hisên: Nêzîkî 6 ta 7 saetan civînên min hebûn, behsa gelek mijaran hate kirin..lewra ger tu moletê bidî min, ez nikarim qala her tiştî bikim, çunke hêj proseya danûstandin û rûniştinan berdewam e, ne dûr e van nêzîkan kekê Bafil were Bexdayê, em careke din hev bibînin, û em careke din herin Kurdistanê.

Rûdaw: Dem li pêşiya we maye, çunke Çarçoveya Hemahengiyê daxwaz dike Kurd bi lez li hev bikin?

Dr. Fûad Hisên: Heta niha wan bi xwe li hev nekiriye, em li civîna serkirdên siyasî bûn heta saet 11ê şevê, îro jî ez her di pêwenditê de bûm ligel piraniya serkirdên Çarçoveya Hemahengiyê. Wan hêj kêşeya xwe çareser nekiriye bila nexin stûyê kurdan. Ez van gotinan ne wek wezîrê derve lê wek siyasetvanekê dikim. Hinek ji wan geşbîn in van her du sê rojan bigihin encamekê, hinek ne evqasî geşbîn in, bila em bibînin dê çawa bibe, û heta niha ku ez bi we re diaxivim ew negihane encamekê. Ji kurdan re jî hîn maye, çend danûstandin di navbera herdu aliyan de maye, ez hêvîdar im di hefteya bê de zelaliyek di karkirina hevpar de hebe.

Rûdaw: Gelo pêşniyar hene ne rêzdar Berhem Salih ne rêzdar Rêber Ehmed bo berbijêrekê hevbeş?

Dr. Fûad Hisên: Heta vê demê tenê ev her du rêzdar berbijêr in.

Rûdaw: Ji hev nêzîkbûnek li ser berbijêrekê hevbeş heye?

Dr. Fûad Hisên: Nizanim.

Rûdaw: Wan her du civînên borî zelaliyek ji we re çênekir?

Dr. Fûad Hisên: Hîn maye. Lazim e zelalî hebe û YNK û PDKê bigihin lihevkirinekê, îcar lihevkirineka çawa? Ez nizanim.

Rûdaw: Heke li hev nekin, dê senaryoya 2018an dubare bibe, PDK û YNKê bi berbijêrên cuda herin hola parlamentoyê?

Dr. Fûad Hisên: Ez bawer nakim ku her du alî bi vî rengî herin, ez di wê baweriyê de me ku dê her du alî bigihin peymanekê.

Rûdaw: Dê PDKê razî bibe heke negihin peymanekê ew mijar li parlamentoyê were yekalîkirin?

Dr. Fûad Hisên: Ez dibêjim dê her du alî bigihin rêkeftinekê.

Rûdaw: Qala plana B dikin.

Dr. Fûad Hisên: Planeke din tune ye, em vê carê qala plana B nakin.

Rûdaw: Di diyarkirina serokwezîrên Iraqê de, bi kurdan baş e kê serokwezîrê Iraqê be, yên ku hene kîjan li gor kurdan çêtir e?

Dr. Fûad Hisên: Wek nerîtekê li wî welatî, nerît ew e ku nûnerên pêkhateyan rûnin û yekî destnîşan bikin, wek suniyan çawa rêzdar Helbûsî destnîşan kirin bo serokê parlamentoyê, şîe yekî destnîşan bikin ku bibe serokwezîr û kurd jî yekî destnîşan bikin da bibe serokkomar. Lê di vî alî de nayê wateya ku tenê bi dengê şîe yan sunî yan kurdan e. Tişta jê re tê gotin sîwana niştimanî divê hebe, ango dema şîe kesekî berbijêr dikin berî wî bînin nêv parlamentoyê bi kurd û suniyan re biaxivin, her wiha divê kurd jî wiha bikin wek suniyan jî wiha kir. Ango sîwaneke niştimanî lazim e bo her kesî îcar serokwezîr be serokkomar be û serokê parlamentoyê be, çunke di encamê de rast e pêkhate wî berbijêr dike, lê dibe serokwezîrê hemî aliyan, rast e pêkhate wî berbijêr dike, lê dibe serokkomarê welêt, serokê parlamentoya Iraqê.

Rûdaw: Ber bi wêya diçin hikûmet çêbibe, yan gelek caran tê qalkirin ku dibe ku hikûmet pêk neyê û ber bi hilbijartineke din biçin?

Dr. Fûad Hisên: Hewldanek heye ku hikûmet pêk neyê heta ber bi hilbijartinekê, lê heke hikûmet çênebe tê wateya ku dê ev hikûmet bimîne. Ango heta salekê û sal û nîvê û du salên din paşê hilbijartina pêşdem nabe em ê bigihin hilbijartina asayî, ê 2 sal pirsgirêk e. Paşê ev pirs e ji bo hêzên siyasî, baş e heke ev hikûmet bimîne û nîvê desthilatên wê hebin, desthilata şandina yasaya budceyê nebe li wê gorê ku hikûmeta meşandina kar e, ev ji bo welêt xerab dibe. Niha Iraq bi hilkefta bilindbûna nirxê petrolê dahateke wê ya zêde heye, lê tu wê dahata zêde li bankê razînî û xerc nekî, bi sedema şerê Ukraynayê her tişt giran bûye, ev ji bo xelkê pirsgirêk e..li milekî dibîne pere tên hundir li bal wî rewşa wî xerabtir dibe. Ê heke ne yasaya budceyê be, çi wezîrek, çi wezaretek û çi hikûmetek dikare reftarê bike. Çunke ev hikûmet karbirêker e û me hikûmetek divê xwedî desthilat be lê ew hizir li ba hinekan heye ku ev hikûmet berdewam bibe heta hilbijartin  bên kirin.

Rûdaw: Rewş bi kîjan hêlê de diçe, dê hikûmet pêk were yan ev hikûmet berdewam bibe?

Dr. Fûad Hisên: Heke şîe li ser serokwezîr li hev bikin dê hikûmet pêk were. Merema min ji şîeyan Çarçoveya Hemahengiyê ye. Çunke Tevgera Sedr vêga li derveyî proseya siyasî ye.

Rûdaw: Gelo hewldanên Iraqê yên ji hev nêzîkkirina Îran û Erebistana Siûdî gihane ku derê û dê pêngava dahatî çi be?

Dr. Fûad Hisên: Heta niha 5 caran civîn di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de hebû. Civîn li ser asta saloxgerî û sazî û dezgehên ewlekarî de bûn. Lê vê carê gava em çûne Erebistana Siûdî, civîna me bi cînişîn rêzdar Mihemed Bin Selman re hebû. Wî bi xwe got mêvandariya wezîrê derve yê Erebistana Siûdî ligel Îranê li Bexdayê bikin. Min jî têkilî bi wezîrê derve yê Îranê re danî.

Em niha pir mijûl in û hewl didin demekê bibînin  gazî wezîrê derve yê Erebistana Siûdî û wezîrê derve yê Îranê bikin û bi eşkere bicivin. Çunke civînên din bi nehênî bûn, civîn jî di navbera serkirdên saloxgerî û emnî de bûn, niha bi eşkere di navbera herdu wezîrên derve de têne sazkirin.

Rûdaw: Her du alî razî bûn li Iraqê bicivin?

Dr. Fûad Hisên: Erê, Iraq navbênkariya wan dike. Civîn jî hemû li Iraqê bûn.