Balafirên şer ên Tirkiyê derdora Çemankê bombebaran kirin

23-07-2022
RÛDAW
Nîşan Artêşa Tirkiyê Çiyayê Gare Çemankê Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hate ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Tirkiyê derdora gundê Meranê yê girêdayî navçeya Çemanke ya Duhokê û gelek qadên Çiyayê Gare yên navçeya Dêrelokê bomberdûman kirine.

Peyamnerê Rûdawê Nasir Elî diyar kir ku îro demjimêr derdora 17.15an de balafirên şer ên Tirkiyê derdora gundê Maranê yê ku 10 km dûrî bajarokê Çemankê ye, du caran bombardûman kirine.

Yek ji rûniştvanên navçeyê Hawket Seîd ji Rûdawê re got ku di bombebaranê de tu ziyanên canî çênebûne, lê tirs û xofeke mezin di nav gundiyan de çê kiriye.

Li aliyê din peyamnerêr Rûdawl ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyê îro gelek qadên Çiyayê Gare yên navçeya Dêrelokê jî bi dijwarî bombebaran kirin

Roja Çarşemê 20ê Tîrmeha 2022an, seyrangeha gundê Perexê li navçeya Zaxoyê li Herêma Kurdistanê hat topbarankirin û di encama topbaranê de 9 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

Iraqê ji bo gotûbêjkirina bombebarankirina Zaxoyê bi awayekî fermî bo civîneke awarte bang li Encumena Asayişa Navdewletî kiribû.

Piştî êrîşê li gelek bajarên Iraqê li dijî Tirkiyeyê xwepêşandan hatin lidarxistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst