HRE: 12 çekdar hatin kuştin

23-07-2021
RÛDAW
Nîşan Efrîn Hêzên Rizgarkiriya Efrînê Tirkiye Şehba Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HREê ragihand ku di operasyonên hêzên wan de 12 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin, 9 çekdar hatine binrîndarkirin û hejmareke wesayîtên serbazî têk birine.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbarê operasyonên xwe de li dijî Tirkiyê û grûpên çekdar yên ser bi wê ve daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, şervanên HRE hejmareke operasyon di rojên 16 ta 19ê mehê de encam dane.

Li gor daxuyaniyê operasyon û encamên wan wiha ne:

- Roja 16 mehê operasyonek li gundê Elemdar yê ser bi nahiya Raco ve encam dane, tê de 3 çekdarên grûpên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin

- Roja 18 mehê li taxa Vêlat operasyonek encam dane û tê de otombîlek têk birine û du çekdar birîndar kirine

- Roja 19 mehê li Babê operasyonek encam dane û tê de du otombîl têk dane û 7 çekdar hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, heman rojê, li gundê Kilcibrîn yê ser bi Izazê ve, du çekdar hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, bi giştî 12 çekdar hatine kuştin û 9 çekdarên din jî birîndar bûne.

Piştî ku bajarê Efrînê di encama êrişên berfireh de ket destê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve, Hêzên Rizgariya Efrînê hat avakirin.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Adara 2018an ve di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye.

Hêzên Rizgariya Efrînê jî, hêzek e ku piştî êrîşa Tirkiyê bo ser Efrînê û kontrolkirina wê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve, hatiye avakirin. Endamên HRE ji xelkê Efrînê bi xwe pêk tên û wek hatiye ragihandin armanca wê hêzê rizgarkirina herêma Efrînê ye.

Ji dema ku Efrîn ketiye bin kontrola Tirkiyê û komên çekdar, tenê herêma Şehbayê di destê hêzên Kurdî de maye û bi dehan hezar kes ji xelkê Efrînê jî ku ji ber êrîşa Tirkiyê, ji herêma xwe koçber bûne, li pênc kampên li Şehbayê bicih bûne.

Ji bilî Şehbayê, 12 gundên ser bi Efrînê jî di kontrola hêzên Kurdî de mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst