Li Rimêlanê petrol tevî av û zeviyên çandiniyê bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê, li gundê Gir Zîro ku dikeve navçeya petrolê ya Rimêlanê, gelek embarên petrolê hene û ji sala 2014an ve gumana rêxistinan, li ser vedizîna petrolê û paşmayên petrolî bo nav zevî û çavkaniyên avî yên wê navçeyê heye.

Cotkar û ajeldarên wê navçeyê li Rojavayê Kurdistanê dibêjin, bi sedema pîsbûna çavkaniyên avê, ajelên wan dimirin û ziyaneke mezin gihiştiye kerta çandiniyê ya wê deverê.

Ebdulkerîm Meter, cotkarekî wê navçeyê ye, ku xwedî dehên donim zevî û sedan ajel e, dibêje, bi sedema pîsbûna çavkaniyên avê, bi çavên xwe dîtiye çawa hespên wî dimirin, Ebdulkerîm dibêje, paşmayên petrolî yên Gir Zîro bi vedizîn, derbasî nav zeviyên çandiniyê û çavkaniyên avî yên wê navçeyê bûne û ew pîs kirine.

Xwediyê pez Hesen Ebdulmehmûd jî dibêje: “Gelek ziyan gihiştiye me. Pezên min bêhtir ji carekê ketine nav avê. Komîteyek hat, lê tiştek nekir. Zevî gelekî pîs bûne û petrol li her cihî hatiye vedizîn bo nav her deverê.”

Rêxistina Holendî ya Paks, ku li wê deverê çalak e, dibêje, ji sala 2014an ve gumana wan heye ji wê yekê ku çavkaniyên avî yên wê navçeyê bi paşmayên patrolî pîs bin û wê yekê jî ziyaneke mezin gihandiye jîngeha wê navçeyê, ku ser bi parêzgeha Hesekê ye.

Paks dibêje, vedizîna petrolê bo nav zeviyên çandiniyê, jiyana nişteciyên gundên wê deverê xistiye metirsiyê.

Tevî pirbûna bîrên petrolê li wê navçeyê, lê gelekî bi şêwazê seretayî yê kevn patrol tê rafînekirin. Li vê derê rafîneriya seretayî ya karkerê patrolê Ehmed Mihemed e û dibêje, ew neçar e vî karî bike.

Karkerê petrolê Ehmed Mihemed jî got: “Ev karê ku em dikin gelekî zehmet e. Em vî karî dikin, tenê ji ber ku karekî din nîne û em ditirsin bê kar bimînin. Gelek caran bi sedema bêhna ne xweş û gaza jehrî em tûşî nexweşiyan dibin.”

Çareserkirina bandorên jîngehî li vê derê, ne hêsan e. Pêwîstiya pakirina çem û zeviyên çandiniyê bi gelek pereyan heye. Şêwazê bikaranîn û rafîneriya pertrolê jî, zehmet e zû bê guhertin.

Derbarê mijarê de Berpirsa Jîngehê li Rêveberiya Xweser Bêrîvan Omer jî wiha axivî: “Ziyaneke mezin gihiştiye navçeyê. Eger neyê çareserkirin roj li pey rojê xirab dibe. Em digihêjine xalekê ku êdî ziyanên me bê çareserî nabin. Çareserkirina vê kêşeyê ne hêsan e, ji ber ku çavkaniyeke darayî ya gelek jê re divê.”

Bi alîkariya hêzên Amerîkî, Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, navçeyên petrolî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kontrol kirine û bûne çavkaniyên dahatê.

Rêxistinên navdewletî dibêjin, pîsbûna ava wê navçeyê, ne tenê ziyanê digihîne çandinî û ajeldariya wê navçeyê, lê belê derbarê pîsbûna ava vexwarinê ya wê navçeyê jî, haydariyê dide.