Li Kilîs û Êlihê hejmara kesên bi koronayê dikevin zêde dibe

23-07-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Kilîs Êlih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajêrê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê her diçe hejmara kesên bi vîrûsa koronayê dikevin zêde dibe. Heta niha 800 kes bi wê vîrusê ketine û 230 kes li nexweşxaneyan çareseriya pizîşkî werdigrin. Herwiha li Li bajarokê Kercewsê ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê de 6 mal hatin kerentînekirin.

Li Kilîsê di hundirê mehekê de hejmara kesên bi koronayê ketine gelekî zêde bûye. 23ê Hezîranê hejmara kesên bi wê vîrûsê ketibûn 348 bû, 29ê Hezîranê gehişte 387an,  3ê Temûzê 450, 6ê Temûzê 492, 9ê Temûzê 526, 16ê Temûzê 646, 20ê Temûzê 700 û 23ê Temûzê jî hejmara yên bi wê vîrûsê ketine gehişte 800 kesan.

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê û Beşê Navxwe 230 nexweşên Coronayê çareseriya pizîşkî werdigrin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê 135, li Beşê Navxwe 90 kes di kerentînayê de ne. 5 kes di jêr çavdêriya hûr de ne û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane. 566 kes jî piştî baş bûne ji nexweşxaneyê derketine.

Li gor Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê, heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 222 hezar û 402 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 5 hezar û 545 kesan canê xwe ji dest dane, 205 hezar û 214 kes baş bûne û hezar û 244 nexweş jî di jêr çavdêriya hûr de ne.

Li Kercewsê 6 mal hatin kerentînekirin

Li Taxa Yologzî ya Kercewsê 3, li Taxa Pinarbaşi ser bi nehyeya Kayapinar 1, li gundê Gokçe Pinar 1, li gundê Babnirê jî 1 bi giştî 6 mal di çarçoveya tedbîrên xwe ji parastina vîrûsa Coronayê de hatin kerentînekirin.

Li ser biryara Desteya Tendirûstiya Giştî, çûn û hatina wan malan heta 14 rojan hat qedexekirin ku 5 kes di wan de dimînin. Rêya çûna malan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat girtin û tîmên tendirûstiyê jî dest bi pişkinîna welatiyan kirin.

Li gor Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê, heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 222 hezar û 402 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 5 hezar û 545 kesan canê xwe ji dest dane, 205 hezar û 214 kes baş bûne û hezar û 244 nexweş jî di jêr çavdêriya hûr de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst