Silêman Oso: Aliyên Rojava danûstandinên nerasterast dikin

23-07-2020
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê ENKS PYNK Silêman oso
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Şanda Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo danûstandinên ligel Partiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdî (PYNK) Silêman Oso ragihand, ku civînên qonaxa duyem a danûstandinên Kurdî-Kurdî bi awayekî ne rasterast têne kirin.

Endamê Şanda ENKSê ya ji bo danûstandinên ligel PYNKê Silêman Oso ji Rûdawê re têkildarî danûstandinên di navbera aliyên siyasî yên serke li Rojavayê Kurdistanê de ragihand, ku qonaxa duyem a danûstaninên rasterast ên di navbera ENKS û PYNKê de heta niha jî rasterast destpê nekiriye, lê peywendiyên wan berdewam in.

Silêman Oso diyar kir ku ji dema ragihandina encamên qonaxa yekem û ji piştî konferansa hevbeş a rojnamevanî ve, herdu alîyan hev nedîtine, lê pêwendiya wan bi navbeynkariya Amerîkayê berdewam in.

Endamê Şanda ENKS Silêman Oso da zanîn, ku dê danûstandinên qonaxa duyem li ser bingeha rêkeftina Duhokê be.

Destpêkê danûstandin bi nehênî û bi serpereştiya Amerîka bangawaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî di navbera herdu aliyên sereke yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de hatibûn destpêkirin û piştre jî ew danûstandin ji aliyê herdu aliyên ve bi fermî hatibûn piştrastkirin.

Di 16ê Hezîranê de şandeyên ENKS û Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî pêvajoya destpêkê ji diyaloga Kurdî bi dawî kir û bi hev re gihîştin nêrîneke siyasî ya hevbeş û lihevkirinên pêşîn ku bendên (rêvebirin, hevbeşî, ewlehî û parastin) ên Peymana Dihokê ya 2014an bikin bingeha berdewamkirina dan û standin û diyalogên di navbera her du şandeyan de.

PYNK û ENKS bi amadebûna şandeyên ji her du aliyan, tevî Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Kobanî û Şanderê Amerîkayê yê bo Rojhilat û Bakurê Sûriyê William Roeback daxuyaniyeke hevbeş dabû û diyar kiribûn, ku qonaxa yekemîn a danûstandinan bi awayekî serkevtî bi dawî bûye û ew gihîştne nêrîneke siyasî ya hevbeş.

Derbarê dansûtandina aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de, Mazlûm Kobanî jî di peyamekê de ragihandibû, ku qonaxa yekem a wan danûstandinan bi awayekî serkeftî bidawî bûye û ew dê di demeke nêzîk de dest bi qonaxa duyem bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst