Ji bo Gulîstan Doku ya 200 roj in winda ye benda tê valakirin

Dêrsim (Rûdaw) – Li bajarê Dêrsim ê Bakurê Kurdistanê hewldanên bo dîtina xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ya derdora 200 roj in bêserûşûn e, berdewam in. Malbata Gulîstan Doku digel Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu jî civiyan û ji bo peydakirina tarmê Gulîstanê biryar hat girtin bendav were valakirin.

Dayikeke Gulistan Doku, Bedriyê Doku ya xelka Amedê ev 200 roj in li keça xwe digere. Kes nema ku pê nehesand, derî nema ku lê neda, lê ne sax ne mirî, tu agahî ji keça wê nînin. Gulîstan Doku bûye xwê û heliyaye.

Herî dawî malbata Gulîstanê çûn li deriyê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dan û biryar hate dayîn ku bo peydakirina Gulîstan Doku ava Bendava Gola Uzunçayirê were valakirin. Ji ber ku di dîmenên kamerayên çavdêriyê de herî dawî Gulîstan li ser pira wê golê di rewşeke xerab ya derûnî de tê dîtin.

Dayik û xwişka wê dibêjin, dibe ku xwişka wan hatibe kuştin û avêtibin golê. Karê zuhakirina bendavê wê 15 rojan berdewam bike û malbata Gulîstan Doku dibêje ku laşê wê di bendavê de peyda bibe û nebe jî, heta ku çarenivîsa keça wan diyar bibe, ewê ranewestin.

Xwişka Gulistan Doku ya bi navê Aygul Doku dibêje: “Em 200 roj in tarmê Gulîstanê digerin. Di roja 184an de navber ji xebatên peydakirina Gulîstanê re hatibû dayîn. Li ser vê yekê em jî çûn Enqereyê. Em ligel wezîrê navxwe axifîn. Me ji wezîr re got gumana me ew e ku Gulîstan hatiye kuştin. Wezîr ji me re got li gor belgeyan tarmê Gulîstanê li bendavê ye. Me jî bo çareserkirina vê pirsê xwest ava bendavê were valakirin. Em dixwazin bawer bin ka Gulîstan li bendavê ve ye an na. Eger Gulîstan li bendavê be û eger wê xwe avêtibe avê û xwe kuştibe, wê çima xwe kuşt? Çi û kî bû sedema xwekuştina xwişka min?”

Aygul Doku bi rijdî dibêje ew dest ji têkoşîna xwe ya hiqûqê bernadin û heta tarmê xwişka wê diyar bibe û heta sedema kuştin an jî mirina wê eşkere bibe dê dengê xwe bilind bikin.

Aygul Doku herwiha got: “Eger Gulîstan ne li bendavê be, em dê êdî bersiva vê pirsê bigerin. Gulîstan li kûderê ye? Ji ber ku em ji destpêka bûyerê ve guman dikin ku Gulîstan hatiye kuştin. Ez wisa bawer im ku dê xebatên peydakirina tarmê Gulîstanê dê leztir bibe. Piştî ku tarmê wê hate dîtin em dê bixwazin bergûman werin lêpirsînkirin. Heke tarmê wê qet peyda nebe jî em dê bixwazin bergûman werin dadgehkirin. Ji ber bergûmanên bûyera Gulîstanê li meydanê ne û hekes pê dizane. Ji ber ku xuha min berî windabûna xwe rojekê şer digel wî kurî kiriye. Haya polîs ji vê şerî çêbûye. Herwiha malbata wî kurkî jî hewl didin wê şeva bibûyer veşêrin.”

Gulîstan Doku li Zanîngeha Munzurê ya li Dêrsimê di Beşa Perwerdekirin û Pêşxistina Zarokan de  xwendakarê pola duyemîn bû. Piştî ku bi hevalê xwe re şer kir ji 5ê Çileya 2020an ve winda ye. Heta niha di derbarê bûyerê de guman tenê ji hevalê Gulîstanê, Zaynal Abakarov tê kirin.