Li Qersê 12 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de Seroka Komeleya Mafê Mirovan (IHD) a Şaxa ‎Qersê Guldane Kiliç û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de, 12 kes hatin ‎desteserkirin.‎

 

Li bajarê Qersê di demjimêrên sibehê de polîsan hevdem bi ser çend navnîşanan de girtin û ‎rêveberên HDPê yên bajarê Qersê û Seroka Komeleya Mafên Mirov Şaxa Qersê (IHD) Guldane ‎Kiliç jî di nav de 12 kes hatin desteserkirin. ‎


Li gor medya Tirkiyê li Rêveberiya Asayîşa Qersê lêpirsîna derbarê kesên desteserkirî de ‎berdewam e. Lê heta niha nayê zanîn ka li ser çi hatine destserkirin û bi çi tên tohmetbarkirin. ‎


Ji wan 12 kesên ku hatine desteserkirin, 7 kes endam û rêvebirên HDPê ne.

 

Navê hinek kesên hatine girtin wiha ye:‎

 

Seroka Şaxa IHDê ya Qersê Guldane Kiliç‎, rêveberên bajêr ên HDPê Nuriye Erkmen, Tugba ‎Yagişli, Oktay Tul, Endama Encûmena Şaredariyê ser bi HDPê Munevver Subaşi, serokê berê yê ‎rêxistina HDPê ya bajêr Idrîs Agbaba û serokê berê yê rêxistina HDPê ya qezaya Akyaka ‎Mustafa Ozmen.‎