Kenneth McKenzie: Em ligel hevbeşên xwe li rojhilatê Feratê berdewam dibin

23-07-2019
HUSÊN OMAR
Kenneth McKenzie ji bo yekemîn car, serdana Rojvayê Kurdistanê kir
Kenneth McKenzie ji bo yekemîn car, serdana Rojvayê Kurdistanê kir
Nîşan Amerîka Rojavayê Kurdistanê HSD Kenneth McKenzie
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Roja duşema borî,  Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîka li Rojhilata Navîn Kenneth McKenzie ligel şandekê serdana Rojavayê Kurdistanê kirin û ligel fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) civiyan.

 

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîka li Rojhilata Navîn Kenneth McKenzie, roja duşemê ji bo yekemîn car, serdana Rojvayê Kurdistanê kir û li gel fermandariya HSDê civiya.

 

Kenneth McKenzie, li Kobanî,  li gel, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Endama Fermandariya Giştî ya HSDê Nîroz Ehmed civiya.

 

Di daxuyaniyekê de, McKenzie dibêje, karê wan li gel hevbeşên wan ji bo dawîhênana wan çekdarên DAIŞê ku mane, berdewam e.

 

Kenneth McKenzie got: "Em hêj li Sûriyê ne, ligel hevbeşên xwe li vir kar dikin bo bidawîhênana DAIŞê li deşta rojhilatê Feratê."

 

Derbarê dîlên DAIŞê yên di destê HSDê de, McKenzie dibêje ku baştirîn çareserî vegera wan bo wan welatên ku jê hatine.

 

Bo vê mijarê  Kenneth McKenzie wiha axivî: "Baştirîn çareser vegera çekdarên dîl ji bo wan welatên ku jê hatine. Em ligel civaka navdewletî li ser vê yekê di pêwendiyê de ne. Ev proseyeke hêdî ye. Proje ne bi wê leza ku em dixwazin e. Hin pêngav me ne avêtine û rêyeke dirêj li pêş me ye."

 

Piştî civîna li gel McKenzie, fermandarê giştî yê hêzên HSD got: “Me pirsgirêkên li ser sînor û şêweyê çareserkirina wan gotûbîj kirin. Herwiha jî xebata hevbeş li dijî rêxistina DAIŞê ya terorîst.”

 

Mezlîm Ebdî herwiha ragihand:  “Planên karê hevbeş di navbera HSDê û Hevpeymaniyê di qonaxa bê de hatin behskirin. Nêrînek hevbeş derbarê piraniya  mijaran û şêweyê çareserkirina wan de heye.”

 

Yekemîn serdana Kenneth McKenzie, ku ji meha Adarê ve li şûna Joswph Votel ve dest bikar bûye, ji bo Rojavayê Kurdistanê hevdem bû ligel seredana James Jeffry bo Enqerê û gotûbêjkirina mijarên navçeya aram û çen pirsên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst