Supaya Pasdaran li Urmiyê dest bi ser 135 çekên qaçax de girt

23-07-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Supaya Pasdaran Urmiye Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, hêzên wan li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê endamên toreke qaçaxçiyên çekan desteser kirine û dest bi ser hejmarek çek de girtine.

 

Fermandarê Leşkerê 3 a ser bi Biryargeha Hemze ya Supaya Pasdaran a Îranê ve, General Yedeullah Abrûşen diyar kir, piştî komkirina zanyariyan, di operasyoneke Supaya Pasdaran de toreke qaçaqçiyên çekan li ser sînorê parêzgeha Urmiyê hat jinavbirin û endamên wê hatin desteserkirin.

 

General Yedullah Abrûşen herwiha daye xuyakirin, hêzên Pasdaran di vê operasyonê de dest bi ser 135 çekan de girtine.

 

Wî fermnadarê Supaya Pasdaran destnîşankiriye, hejmarek ji wan çekên ku dest bi ser de hatine girtin, çekên cengî û hejmarek jî çekên nêçîrê ne.

 

Bi gotina Yedullah Abrûşen, kesên ku hatine desteserkirin, piştî lêpirsînê radestî dadgehê hatine kirin, daku derbarê wan de biryar were dan.

 

Wî Fermandarê Supaya Pasdaran amaje bi ti hûrgiliyên din ên wê operasyonê nekiriye û nedaye xuyakirin, ku ew tora qaçaxçiyên çek li ser sînorê kîjan navçeya Urmiyê hatiye jinavbirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst