Li Bazîdê 40 koçberên qaçax hatin desteserkirin

23-07-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Bazîda Agiriyê 40 qaçaxên ji Efxanistanê hatin girtin.

 

Tîmên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgeha Agirî xebatên xwe yên dijî qaçaxçîtiya koçberan didomînin. 

 

Di çarçoveya xebatan de li tanga gundê Demîrtepeyê 40 efxanên bi qaçaxî derbasî Bakurê Kurdistanê bibûn, hatin desteserkirin.

 

Li navenda cendirmeyan lêpirsîn derbarê qaçaxên navborî de berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst