Xwaringehên Ava Sipî xwaziya xwe bi dema pêvajoya çareseriyê tînin

Nisêbîn (Rûdaw) - Ava Sipî seyrangeheke geştiyarî ya bi nav û deng a Mêrdînê ye. Ji ber şer û pevçûnên ku di navbera Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) û dewleta Tirkiyê de qewimîn, par hemû kargehên peravên avê hatibûn girtin. Îsal kargeh bên vekirin jî lê ne weku serdema pêvajoya çareseriyê geş e.

 

Digel vê yekê ji bajarên derdorê û ji Başûrê Kurdistanê geştiyar tên xwe hênik dikin û demeke xweş derbas dikin.

 

Daxwaza kargêrên seyrangehan ew e ku aramî pêk bê û îstgeha telefonan ji nû ve bê çêkirin. Daku geştiyarên tên vê deverê li derveyî bazinê nemînin. Li gor wan ev yek jî bandorê li kerta geştiyariyê dike.

 

Seyrangeh ava ku ji kaniyan bi qasî çemekî derdikeve, li peravên derdora 100 kargehên geştiyarî hene. Ev dever dikeve nav sînorê gundê Dikê. Herçend gundê dikê girêdayî Mîdyadê be jî seyrangeh û peravên ku geştiyar seredana wan dikin dikeve navbera qezayên Mîdyad û Nisêbînê.

 

Seyrangeh û xwaringehên ku li ser Ava Sipî xwaziya xwe bi dema pêvajoya çareseriyê tînin. Ji sala 1984an ve xwaringeha Ebdurehman Ozmen ê temen 60 salî li ser Ava Sipî heye. Heta niha sê caran xwaringeha wî ji ber şer û aloziyan hatiye girtin. Herî dawîn par ji ber şerê di navbera şervanên YPS û dewleta Tirkiyê de hatiye girtin. Îsal cihê wî vekirî be jî zêde ne qelebalix e.

 

Xwendiyê Xwaringehê Ebdurehman Ozmen ji Rûdawê re wiha got: “Wan demên salên buhurî kar baş bû, ne xirab bû. Par jixwe em ji binî ve nexebitîn. Par îş û kar nebû. Îsal zêdetir rojên şemî û yekşeman kar baş e, cihên vala namîne. Piştî par vêca rewş xirab bû. Van deran rê hat girtin. Leşker hatin. Li Nisêbînê şer û qedexe çêbû. Tev milet tirsiya. Milet newêrûbû bê. Îsal jî dema saet dibe 18:00 kes li ser avê namîne.”

 

Ava Sûsê herçend bikeve nav sînorê gundê Dikê yê ser bi qezaya Mîdyadê jî lê ji Nisêbînê re nêzîktir e. Lewma bandora şerê kolanan yê li navenda Nisêbînê berdewam dike. Herwiha îstgeha telefonan a di dema şer de hatiye rûxandin yek ji sedemê kêmbûna geştiyaran e.

 

Xwediyê Seyrangehê Mazlûm Agirman jî got: “Niha rewşa awarte heye, kes nizane dê çêbibe. Ji bo ku ev der qelebalix bibe, ji bo ku geştiyariyavir geş bibe, ya pêşîn ew e ku divê îstgeh hebin, li vir telefon li derveyî bazinê nemîne. Herwiha divê li herêmê hizûr û aramî hebe. Divê operasyon tune be, şer tune be. Milet hingê dê xwe li vir bigire. Dema ku tirs hebe, milet jixwe ji malên xwe dernakevin. Di dema pêvajoya çareseriyê de milet heta deh-yanzdehê şevê li vir bûn. Hinek geştiyar diman heta destê sibê.”

 

Digel hemû şert û mercên neyînî jî bedewî û hênikahiya Ava Sipî ne tenê ji bajarên derdorê û ji Başûrê Kurdistanê jî geştiyaran ber bi xwe ve dikşîne.

 

Ji çavkaniya ku Ava Sipî jê dizê heta navenda Nisêbînê derdora 100 seyrangeh û kargehên geştiyariyê hene. Perav û keviyên Ava Sipî devera herî girîng a geştiyariya sirûştî ya Mêrdînê ye.