Ferec Mihemed: Kesên ku bi leşkerên Tirkiyê re ketîn pevçûnê ne hêzên YPGê ne

23-07-2014
EHMED EKAŞ
A+ A-
Rûdaw (Hewlêr)- Serokê encûmena gel yê navçeya Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê Ferec Mihemed ji ragihandinên girêdayî PYDê re diyar kir ku, ew kesên ku bi leşkerên Tirkiyê re ketine şer ne hêzên YPGê ne, û ti birîndar yan wendayîyên YPGê jî tine ne, îhtîmala mezin qaçaxçîne.

Li gorî daxuyaniya Waliyê Rihayê Izzetin Kuçuk ji çapemeniya Tirkiyê re dayî, ew koma ku dixwest derbasî Sûriyê bibe û bi leşkerên artêşa Tirkiyê re ket pevçûnê, girêdayî hêzên PYDê ya li Rojavayê Kurdistanê ye, û pevçûn heta roja 22 Tîrmehê berdewam bûye. 

Lê heta wê demê ji bilî wan leşkerên ku di roja yekê de birîndarbûbûn û piştre jiyana xwe ji dest dane Berat Sagirkaya, Adem Dovuşken, Yigit Şahan, ti wendayîyên din tune ne.

Çavkaniyekî ji navçeya Ceylanpinarê ji tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, pevçûn di navbera leşkerên artêşa Tirkiyê û komeke çekdar de li ser xaka Bakur berdewame, û heta niha jî dengê çekan û pevçûnan tê, û destnîşan kir ku li gor axaftinên xelkê  li Ceylanpinarê îhtîmala mezin ew kom girêdayî rêxistina DAÎŞê ye.

Çavkanî anî ziman ku, li gor agahiyan di encama wî şerî de yek ji wê komê hatiye kuştin û pênc kes jî di çembera leşkerên Tirkiyê de ne.

Lê çavkaniyek ji Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku, ew xeta sînor, zêdetir ji aliyê YPGê de tê bikaranîn, û li gor wî, YPGê dema dixwest komeke şervan ji Bakurê Kurdistanê derbasî Serêkaniya Rojava bike ketin kemîne û di navbera leşkerên Tirkiyê û wan de li ser sînorî pevçûnekê rû da.

Li gorî malperên nêzîkî PKKê û PYDê , ew koma ku bi leşkerên Tirkiyê re li ser sînorê Ceylanpinarê şer kirî, ne girêdayî PYDê û YPGê ne. Îhtimaleke mezin ew komeke qaçaxçiyane. Jixwe hertim pevçûnên wiha di navbera leşkerên Tirkiyê yên sînor û qaçaxçiyan de derdikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst