Serdozgeriya Amedê: Agir ji ber elektrîkê derketiye

23-06-2024
RÛDAW
Nîşan Serdozgeriya Amedê Şewat Agir Amed Mêrdîn DEDAŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora pêş a Serdozgeriya Amedê, agirê di navbera parêzgehên Amed û Mêrdînê ku di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest dabû ji ber elektrîkê derketiye.

20ê Hezîranê di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû û di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest da û xisareke gelekî mezin a madî çêbû.

Di encama agir de 15 hezar donim erd şewitî û gelek kelûpelên cotkaran şewitî.

Gundiyên ku ji Rûdawê re axivîbûn ragihand ku “agir ji ber têlên elektrîkê” derketiye.

Lê Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) daxuyaniyek belav kiribû û tê de gotibû:

“Agir ji ber şewitandina prêzeyan derketiye û li herêma ku agir derketiya xeta elektrîkê nîne.”

Herwiha DEDAŞê giliyê welatiyekî ku gotibû “agir ji ber elektrîkê derketiye” jî kiribû.

Şaxa Odeya Endezyarên Elektrîkê ya Amedê ragihand, cihê ku agir lê derketiye ne prêze bû û zeviya çandiniyê bû.

Herwiha odeyê diyar kir, “Cihê xeta elektrîkê derbas dibe hatiye çavdêrîkirin ku li derdora sitûnên elektrîkê ji bo agir ti tedbîr nehatine wergirtin.”

Serdozgerî: Agir ji ber elektrîkê derketiye

Li aliyê din, Serdozgeriya Amedê, bi delîlên ku ji gundî û şahidhalên bûyerê wergirtin rapora pêş a sedema agir amade kir.

Di raporê de hat nivîsandin; “hatiye tesbîtkirin ku agir ji ber elektrîkê derketiye.”

Serdozgeriyê got ku lêpirsîn hatiye berfirehkirin û dê rapora bi hûrgilî piştî ku zanyariyên pêwîst û nêrînên saziyên pêwendîdar bên wergirtin, dê di rojên pêş de bê amadekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst