Li Amed û Sêrtê pevçûn: 9 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Amed û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê di du pevçûnên cuda de 9 kes birîndar bûn.

Li Taxa Alî Emîriyê ya Amedê du grûpan ji ber deynan bi çekan êrişî hev kir.

Di encama pevçûnê de kesên bi navê S.Y, H.Y. û F.T. û welatiyê bi navê R.T. yê di wê derê re derbas dibû birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên Amedê.

Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Li Sêrtê 5 kes birîdnar bûn

Li gorî agahiyan, xelkê gundên Kiferûk û Berukê yên navçeya Xisxêrê ya Sêrtê li gorî tê gotin berê nakokiyên wan hebûne, dema li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê leqayî hev hatine, pev çûne.

Di pevçûnê de yek jê bi kêrê bi giştî 5 kes birîndar bûn.

Bi midaxeleya polîsan pevçûn hat rawestandin.

Polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.