Odeya Endezyarên Elektrîkê sedema agir eşkere kir

23-06-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Odeya Endezyarên Elektrîkê Mêrdîn Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Odeya Endezyarên Elektrîkê ya Amedê ragihand ku cihê ku agir lê derketiye ne pirêze bû zeviya çandiniyê bû.

20ê vê mehê di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû û bû sedema mirina 15 kesan û xisareke gelekî mezin a madî.

Şaxa Odeya Endezyarên Elektrîkê ya Amedê (EMO) ragihand ku wan piştî midexaleya tîmên Kopmanyaya Dabeşkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) derbarê agirê li navçeyên Çinar û Şemrexê de lêkolînek kiriye.

Şaxa Odeya Endezyarên Elektrîkê ya Amedê encamên lêkolîna xwe ya derbarê şewata li Mêrdîn û Amedê belav kirin.

Şaxa Odeya Endezyarên Elektrîkê ya Amedê da zanîn ku di lêkolîna wan de hatiye tespîtkirin ku cihê ku agir lê derketiye ne pirêze bûye lê zeviya çandiniyê bûye.

Herwiha odeyê diyar kir, “Cihê xet derbas dibe hatiye çavdêrîkirin ku li derdora sitûnên elektrîkê ji bo agir ti tedbîr nehatine wergirtin”

Encamên lêkolîna Şaxa Odeya Endezyarên Elektrîkê ya Amedê bi vî rengî ne:

1 - Cihê agir ne pirêze lê zeviya çandî ye.

2 - Di xetên elektrîkê de cihên qutbûne hene û bi hev ve hatine girêdan.

3 - Di sitûnên elektrîkê de sîgorte ne di cihê xwe de bû û li şûna wê bi têlan hatibû girêdan. Hatiye tespîtkirin ku ev girêdan dikare bibe sedema çirûskê.

4 - Di gelek sitûnên elektrîkê de îzolatorên şikestî hebûne û ev jî ji aliyê teknîkî ve dibe ku bibe sedema çirûskê.

5 - Di nav zeviyên çandiniyê de sitûnên elektrîkê yên ji daran hene û ne guncaw e ku ev sitûn bên bikaranîn.

6 - Cihê xet derbas dibe hatiye çavdêrîkirin ku li derdora sitûnên elektrîkê ji bo agir ti tedbîr nehatine wergirtin.

7 - Di bin sitûnan de beton nebûye û giyayê bin dîrekan nehatiye rakirin.

8 - Hatiye çavdêrîkirin ku eger heye darên di bin xetên rakêşa navîn (OG) de bibe sedema çirûskê.

9 - Li gorî lêkolînê girêdanên sist û hişk ên di îzolatoran de ne li gor teknîkê ye.

10 - Hatiye çavdêrîkirin ku tamîrkirina şebekeyan û xizmetên teknîkî nehatine kirin.

Şewata li Mêrdîn û Amedê

20ê Hezîranê bi şev di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.

Ji ber ba û bahozê agir li nava erdên 8 gundan herêmê belav bû.

Ji ber şewatê 15 kesan canê xwe ji dest da.

Bi hezaran donim zeviyên genim bax û rez û bi sedan serî pez ji ber şewatê mirar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst