Şerê li Çiyayê Mava: Nasnameya du gerîlayan hat eşkerekirin

23-06-2024
Nîşan Nasname HPG Gerîla Çiyayê Mava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya du gerîlayan eşkere kir ku li Çiyayê Mava canê xwe ji dest daye.

19ê Hezîranê li gundê Xirbekûrê yê li Çiyayê Mava operasyoneke leşkerî dest pê kiribû.

Heman rojê li navçeya Heskîfê ya Êliha Bakurê Kurdistanê qedexe hatibû ragihandin û li Çiyayê Mava şer qewimîbû.

Li Çiyayê Mava li herêmê tevgereke zêde ya helîkoptêran çêbûbû.

Herwiha şebekeyên telefonan û înterneta jî gundê Xirbekûrê jî hatibû birîn.

Hêzên Parastina Gel (HPG) îro ragihand ku di wî şerî de 2 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Axîn Gabar: Navê wê yê fermî Zeynep Ozkan e. Ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye û 19ê Hezîrana 2024an li Çiyayê Mava canê xwe ji dest daye.

Şervan Botan: Navê wî yê fermî Şakîr Erdemcî ye. Li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê hatiye dinê û 19ê Hezîrana 2024an li Çiyayê Mava canê xwe ji dest daye.

HPGyê destnîşan kir ku Axîn Gabar û Şervan Botan sala 2014an tevî refên gerîlayan bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst