Rêveberiya Xweser li ser şewata li Mêrdîn û Amedê daxuyanî da

23-06-2024
Nîşan Rêveberiya Xweser Mêrdîn Amed Şewat Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, li ser şewata li Mêrdîn û Amedê got, “Em êşa malbatên mexdûrên şewatê parve dikin.”

20ê vê mehê di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.

Ji ber ba û bahozê agir li nava erdên 8 gundan belav bû.

Heta niha 15 kesan wefat kiriye û xisareke gelekî mezin a madî heye.

Rêveberiya Xweser piştî vê karesatê peyameke piştevaniyê weşand û diyar kir ku ew şirîkên êşa malbatan in.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku xisar mezin e lê dewlet bê deng maye û alîklariya pêwîst nedaye xelkê.

“Ev beşeke siyaseta şerê qirkirinê ye”

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de got:

“Ev beşeke siyaseta şerê qirkirinê ye ku dewleta Tirk li dijî herêmên Kurdan dimeşîne.”

Rêveberiya Xweser herwiha ji xizmên mexdûran re sersaxî xwest û hêvî kir ku zererên din çênebin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst