Nacî Gorur piştî erdheja li Meletiyê hişyarî da!

23-06-2024
Nîşan Prof. Dr. Nacî Gorur Erdhej Hişyarî Meletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê erdhejê Prof. Dr. Nacî Gorur piştî erdheja li Meletiyê hişyarî da.

Doh li navçeya Wêranşarê ya parêzeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4 pileyan çêbû.

Prof. Dr. Nacî Gorur piştî vê erdhejê li ser hesabê xwe yê Xê hişyariyek da û got:

“Di her rewşê de divê li herêma ku enerjiyeke zêde lê kom bûye haydarî hebe.”

“Divê haydarî hebe”

Gorur di peyama xwe de amaje bi wê yekê da ku li xeta fayê ya di navera Weranşar û Meletiyê de enerjî kom bûye û da zanîn:

“Li gorî AFADê, li Wêranşara Meletiyê erdhejeke bi hêza 4 pileyan çêbûye.

Navenda vê erdhejê li ser xeta Wêranşar û Meletiyê ye.

Di her rewşê de herêmeke wiha ye ku enerjî herîkiyê. Divê haydarî hebe.”

6ê Sibata 2023yan li Mereşa Bakurê Kurdistanê 2 erdhej çêbûn û wan erdhejan bandor li 11 bajaran kir.

Li gorî amarên ku Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya dane, di van erdhejan de 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest da û 107 hezar û 213 kes birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst