MÊRDÎN – Xwest mar bikuje, 4 zarok birîndar kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê dema kesekî dixwest marê ku ketiye hewşa dibistanê bikuje 4 zarok birîndar kirin.

Li gundê Zivingê yê Kerboranê marek ket hewşa dibistanê.

Kesekî xwest bi çifteya nêçîrê mêr bikuje û fîşek berdayê.

Lê berikên çifteyê li zarokên bi navên Cîhangîr O. (12), Vedat A. (12), Emrullah O. (13) û Burhan D. (13) ketin û her 4 birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê zarokên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê.

Cendirmeyan jî gumanbar desteser kir.