Komeleya Şoreşger û ya Zehmetkêşan li ser dûrxistina hêzên xwe li hev kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Bi navbeynkariya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîst a Îranê, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li ser vekişandina hêzên xwe û ji hev dûrxistina hêzên xwe li hev kirin.

Li gorî daxuyaniya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîst a Îranê, şandeke hevbeş a bi berpirsên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê re civiyane û her wiha li ser wê yekê li hev kirine ku her du partî ji daxuyaniyên li dijî hev dûr bisekinin.

Her wiha lihevkirin li ser wê yekê hatiye kirin ku hêzên xwe ji hev dûr bixin û ji bo çareserkirina nakokiyên xwe dest bi danûstandinan bikin.

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîst a Îranê ragihandin ku ew ji bo cîbicîkirina rêkeftinê amade ne hevkariyê her du partiyan bikin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, civîna hevbeş a Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîst a Îranê ji êvara Pêncşemê heta derengiya şeva borî berdewam kiriye. Berpirsên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ji pêşniyarên wan razî bûne û biryar hat dayîn ku civîneke din ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi danûstandinan were lidarxistin.

Piştî ku hin endamên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku yekbûna wan a bi Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistanê re têk çûye, sibeha roja Pêncşemê li baregeha Zirgwêzê alozî derket. Di encama şerê di navbera her du aliyan de 2 Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê canê xwe ji dest dan.