Hewlêr (Rûdaw) - Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Muna Kahvecî ragihand, ew piştgiriya wan destpêşxeriyên ji bo rakirina kotaya pêkhateyan li Parlamentoya Kurdistanê nakin. Kahvecî diyar kir ku mafên hemû pêkhateyan bi taybetî yên Tirkmenan bi qanûnê tên parastin û got “Em li Kurdistanê ne hemwelatiyên pola duyemîn in, hemwelatiyên wekhev in. Çawa ku nûnerên kurd dikarin dengê dengdêrên Tirkmenan bi dest bixin, mafê nûnerên tirkmenan jî heye ku dengên dengdêrên Kurd bi dest bixin.”
Hilbijartinên serdema şeşem a Parlamentoya Kurdistanê ku dihat pêşbînîkirin di 1ê Cotmeha sala borî de birêve biçe, ji ber nakokiyên di navbera partiyan de bi taybet Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) nehatin kirin.
Di 9ê Cotmeha 2022an de di dengdana Parlamentoya Kurdistanê de biryar hat dayîn ku erka parlamentoyê salek bê dirêjkirin.
Lê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê di 30ê Gulanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ev biryara li Parlamnetoya Kurdistê hatiye wegirtin “ne destûrî ye”.
Yek ji mijarên sereke ku bûne sedema paşxistina hilbijartinan girêdayî avakirina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Referandûmê û herêmên hilbijartinê ye. Mijareke din jî li ser kotaya ku di parlementoyê de ji bo Tirkmen û Xiristiyanan hatiye veqetandin e.
Parlamentoya Kurdistanê ku di sala 1992yan de hatiye damezrandin ji 111 endaman pêk tê û 11 kursî ji bo pêkhateyan hatine veqetandin. Ji van kursiyan 5 ji Tirkmenan, 5 ji Asûrî, Suryanî û Keldaniyan û 1 jî ji Ermeniyan re ne.
Biryara Dadgeha Bilind a Iraqê dawî li nîqaşên ên li ser avakirina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Referandumê û navçeyên hilbijartinê anî. Lê belê nîqaşên mijara kotaya ku ji pêkhateyan re hatiye veqetandin dewam dikin.
“Em li dijî reşkirina saziyên Herêma Kurdistanê ne”
Cîgira Serokê Partiya Çaksazî ya Tirkmen û Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Muna Qehwecî bû mêvana bernameya Rûdaw TVyê ya “Rûdawa Îro” û derbarê biryara Dadgeha Federal a Iraqê û nûnertiya Tirkmenan de bersiva pirsên Nwêner Fatîh da.
Muna Qehwecî ji ber ku li dijî gefên li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê derketiye bersiv da rexneyên ku li wê tên kiririn û got “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne milkê partiyekê ye. Bi hemû pekhateyan re milkî gelê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê em rêzê li rexneyên ku bi belgeyan di çarçoveya rewa de li dijî hikûmetê têne kirin digrin. Lê belê ji kîjan partiyê tê bila bê em li dijî her reşkirina li dijî dezgehên pîroz ên Herêma Kurdistanê yên bi belgeyên sexte û têgehên berevajîkirî ne û em dê bi berdewamî li dijî bin.”
Qehwecî diyar kir ku PDK’ê tu carî negotiye “Ez xwediyê hikûmeta Herêma Kurdistanê me” û bi bîr xist ku PDK bi 45 kursiyan di parlamentoyê de piraniyê bidest xistiye û bi awayekî xwezayî berpirsiyariyên wê zêdetir in.
Herwiha Qehwecî got “Lêbelê em jî xwediyê hestên welatparêziyê ne û erkên me hene. Weke Tirkmenan di hikûmetê de nûnerê me û di kabîneyê de wezîrê me heye.”
“Biryara Dadgeha Bilind biryarek siyasî ye”
Qehwecî tekez kir ku eger li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser Parlamentoya Kurdistanê, di navbera hemû aliyan de lihevkirinek pêk were Partiya Çaksazî ya Tirkmen ew dê piştgiriyê bidin û wiha anî ziman “Ev biryareke siyasî ye. Ji ber wê jî eger partî li ser vê mijarê biryareke hevbeş bidin, emê piştgirî bidin.”
YNK û partiyên din amaje bi wê yekê dikin ku PDK bi piştevaniya nûnerên Xiristiyan û Tirkmenan piraniya kursiyên parlamentoyê bidest xistiye. Lewma li şûna kotayekê bide pêkhateyan, dixwaze li her herêmê weke partiyên din bi namzetên xwe beşdarî hilbijartinan bibin û li gorî dengên ku dê werbigirin bên hilbijartin. Lê nûnerên PDK û pêkhateyan li ser navê parastina mafên nûnertiyê li dijî vê pêşniyarê derdikevin.
Piraniya xelkê Xirîstiyan û Tirkmen ên Herêma Kurdistanê li Hewlêr û Duhokê dijîn.
Goran û partiyên din PDKê bi wê yekê tohmetbar dikin ku di hilbijartinên 2018ê yên Parlamentoya Kurdistanê de gelek Pêşmerge û karmendên ewlehiyê teşwîq kirine ku dengên xwe bidin lîsteyên pêkhateyan.
Qehwecî bersiv da van îdiayan û got “ Partiya Çaksazî ya Tirkmen ji sala 2009ê ve beşdarî hemû hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bûye. Em wek partî di hilbijartina yekem de bi lîsteyeke serbixwe beşdar bûn û tenê li Hewlêrê me zêdetirî 7 hezar deng bi dest xist û kursiyek bi dest xist. Belgeyên van hilbijartinan hene ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê çavdêriya wê kiribû.”
“Pêşmerge hêzeke niştimanî ye, tiştekî xwezayî ye ku dengê xwe dabin lîsteya Tirkmenan”
Siyasetmedara Tirkmen, diyar kir ku weke partî ew guh didin daxwazên gel û vê yekê tînin ziman û wan li ser mijarên hem debara jiyana xelkê û hem jî asayîşa Herêma Kurdistanê dengê xwe bilind kirine.
Herwih Qehwecî dibêje “Di nava 4 salên ku me li parlamentoyê dest bi kar kiriye de daxwazên gel anîne pêş. Gelê Kurdistanê çi dixwaze? Ew mafên xwe yên xwezayî, mûçeyên xwe û jiyanek bi aştî û bextewarî dixwaze. Her wiha me parastina mafên Pêşmerge û hêzên din ên ewlehiyê kir. Ji ber ku Pêşmerge hêzeke niştimanî ye, axa Kurdistanê diparêze. Dema DAIŞ hat hemû gelê Kurdistanê parast. Dema vê kir ne got ev mala Kurdan e, mala Tirkmenan e, mala Xrîstiyanan e cudakariyê nekir. Parastina me ya ji dil a ji mafên wan, sempatiya wan ji me re çêbû. bi vî awayî dengê xwe dan lîsteya Partiya Çaksazî ya Tirkmen.”
“Em ne li herêma zer an kesk, li Herêma Kurdistanê dijîn”
Muna Kahvecî tekezî li ser wê yekê kir ku ew dabeşkirina Herêma Kurdistanê li ser “Herêma Zer (herêma ku PDK serdest e)” û “Herêma Kesk (herêma ku YNK serdest e)” red dikin û wiha axivî “Em ne li herêma zer an kesk, li Herêma Kurdistanê dijîn. Ev herêm herêmek e, ew jî Herêma Kurdistanê ye. Em cudabûneke wiha bi ti awayî qebûl nakin û red dikin. Cudabûneke wiha dê statuya Herêma Kurdistanê lawaz bike. Wek pêkhateyan mafên me di Destûra Iraqê de hatine garantîkirin, lê em nêzîkatiyeke wiha guncaw nabînin û li dij derdikevin.”
Cîgira Serokê Partiya Çaksazî ya Tirkmen Muna Qehwecî got “Em li Kurdistanê ne hemwelatiyên pola duyemîn in, hemwelatiyên wekhev in. Çawa ku nûnerên kurd dikarin dengê dengdêrên Tirkmenan bi dest bixin, mafê nûnerên tirkmenan jî heye ku dengên dengdêrên Kurd bi dest bixin. Partiyên Îslamî û partiyên din jî di daxuyaniyên xwe de dibêjin `em dengan ji dengdêrên Tirkmen werdigirin`. Bi ya me ev rewşeke asayî ye. Lê eger rewa be ku partiyên din dengên Tirkmenan werbigirin, çima ne rewa be ku partiyên Tirkmen ji dengdêrên kurd deng werbigrin? Li Herêma Kurdistanê ti yasayek ku me weke Kurd, Tirkmen û Xiristiyan ji hev cuda bike nîne. Ji ber vê yekê, wekî ku yên din dibêjin, me bi rêberiya partiyek deng wernegirt, berovajî vê yekê me di encama bername û xebata xwe de wergirt.”
Muna Kahvecî diyar kir ku gotinên ku “Ew ne nûnerên pêkhateyan in” jî bêbingeh û pûç in û got “Ku dixwazin mebesta nûnerê rasteqîn çi bibêjin, bila bi zelalî û belgeyên xwe bibêjin.”
“Wek Tirkmenan hemû mafên me li Herêma Kurdistanê parastî ne”
Muna Qehwecî tekez kir ku “Wek Tirkmenan hemû mafên me li Herêma Kurdistanê parastî ne” û wiha anî ziman “Li gorî yasaya hilbijartinan çawa ku mafê partiyeke Kurd heye hevpeymanî ava bike, lîsteya hevbeş pêk bîne, mafên Tirkmenan jî pêhateyên din hene. Me ti carî ligel ti partiyeke ku metirsiyê li ser Herêma Kurdistanê çêbike ti hevpeymanî nekirine.
Berovajî vê yekê bi taybetî Partiya Çaksazî ya Tirkmen, Asûrî, Suryanî û Ermenî jî ji ber ku me bi PKDê re hevpeymanî kiriye em pê şanaz in. Ji ber ku mafên me yên nûnertiyê diparêzin, di vê mijarê de nêrînên me li hev dikin. Ya duyem ew bi ti awayî destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên pêkhateyan de nakin. Serok Mesûd Barzanî bixwe pêşniyar kir ku di nav serokatiya parlamentoyê de cih bidin pêkhateya, ji ber vê yekê jî em spasiya wî dikin. Ji ber ku me bi PDKê re hevpeymanî kir, me Cîgirtiya Serokatiya Parlamentoyê wergirt. Herwiha eger mafên pêkhateyan diparêzin bila kerem bikin, lê eger ew li dijî derdikevin ji kerema xwe êdî bila berevajî nekin.”
Kesên ku di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ji partiyan wek berbijêr hatine destnîşankirin bi giştî pêwîstiya wan bi 15 hezar dengan heye ku bibin parlamenter.
Lê ji bo wergirtina 1 ji 11 kursiyên ku ji bo pêkhateyan hatine veqetandin bidest bixin, pêwîstî bi 1500 dengan heye.
Kahvecî got ku nêzîkatiya belavkirina kotayan li ser herêman tê wateya destwerdana di nava karûbarên navxweyî yên pêkhateyan de û ew jî weke Tirkmen û Xiristiyan vê nêzîkatiyê qebûl nakin.
Qehwecî bersiv da Serokê Giştî yê Eniya Tirkmen a Iraqê
Li aliyê din Serokê Giştî yê Eniya Tirkmen a Iraqê Hasan Tûran di heman Rûdawê de îdia kiribû ku li Herêma Kurdistanê mafên Tirkmenan “nayê parastin”.
Muna Qehwecî li ser îdiaya Hasan Turan wiha got “Qanûna Parastina Mafê Pêkhateyan a Hejmar 5 a sala 2015an heye. Li gorî van qanûnan, wek mînak, mafê Tirkmenan heye li herêmên ku piraniya nifûsê lê pêk tînin postên qeymeqam û postên din ên bilind bidest bixin. Li gorî vê qanûnê em nûnerên hemû Tirkmenên Herêma Kurdistanê ne. Mafê Tirkmenan di her qadê de tê parastin. Eger birêz Turan ji bo navçeya Kifrî ya Silêmaniyê îdiayekê dike, wê demê divê biçe li ba meqamên edlî giliyê xwe bike.”
Serokê Giştî yê Eniya Tirkmen a Iraqê Hasan Tûran îdia kiribû ku li Hewlêrê rê nayê dayîn ku goristana Tirkmenan bê nûkirin.
Muna Kahvecî, diyar kir ku goristana navborî hatiye nûkirin û ew vê xebatê dişopînin û wiha berdewam kir “Astengkirineke wisa çênebûye. Heta navê goristanê û nivîsên li ser kêlikên goran jî bi zimanê me yê dayikê hatine nivîsandin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse