108 koçber ji Duhokê vegeriyane Şingalê

23-06-2023
RÛDAW
108 koçber ji Duhokê vegeriyane Şingalê
108 koçber ji Duhokê vegeriyane Şingalê
Nîşan Vegera Şingalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku 108 koçberên li sînorê parêzgeha Duhokê vegeriyane Şingalê.

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê îro Înê ragihand ku 108 koçberên li sînorê parêzgeha Duhokê vegeriyane Şingalê û qaymeqamê Şingalê jî dibêje, hemû ew kesên vegeriyane Êzidî ne û dê karwaneke din jî bê vegerandin.

Hat ragihandin ku ew koçber bi hevahengiya li gel parêzgar û operasyonên hevbeş a parêzgeha Neynewayê vegeriyane.

Qaymeqamê Şingal ê bi wekalet Nayif Seydo ji Rûdawê re got, hemû ew kesên ku vegeriyane Kurdên Êzidî ne û ji navçeya Gir Uzêr in.

Nayif Seydo her wiha destnîşan kir, niha %70 welatiyên Şingalê koçber in û venegeriyane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst