Li Siwêregê agir bi zeviyên genim ket: 2 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê agir bi genimê cotkaran ket. Di bûyerê de 2 kesên ku hewl didan agir vemirînin birîndar bûn.
Roja Înê 23ê Adara 2023an li taxa Karasu ya girêdayî navçeya Siwêreg a Rihayê agir bi beşek ji zeviyên genim ket.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û tevî welatiyan hewldan agir vemirînin.
Di xebatên vemirandina agir de welatiyên bi navên Menduh Kîraz (20) û Onur Yeşîlyaprak (24) di nav pêtên agir de man û birîndar bûn.
Her du welatiyên navborî ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hatin rakirin.
Li gor agahiyan ku rewşa Menduh Kîraz ne baş e û ji ber giraniya birînên xwe ji bo Nexweşxaneya Rihayê hatiye rakirin.
Piştî demekê agirê ku bi zeviyên genim ketiye ji aliyê tîmên agirvemirandinê û welatiyan ve hat vemirandin.
Hat ragihandin ku bi giştî 250 donim zeviyên genimê cotkarên navçeyê şewitiye.