Asayîşa Rêveberiya Xweser operasyonek li dijî şaneyên DAIŞê encam da

23-06-2023
Loloxan
Asayîşa Rêveberiya Xweser operasyonek li dijî şaneyên DAIŞê kir
Asayîşa Rêveberiya Xweser operasyonek li dijî şaneyên DAIŞê kir
Nîşan DAIŞ Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêre Zorê Asayîşa Rêveberiya Xweser mîr û şaneyeke DAIŞê desteser kirin. Di mikurhatinên xwe de, endamên şaneya DAIŞê gotin ku wan qet ferq nedixist navbera serbaz, şervan û sivîlan.

Operasyoneke Asayîşa Rêveberiya Xweser dijî şaneyên DAIŞê li rojhilatê Dêre Zorê birêve çû û di encamê de şaneyeke DAIŞê desteser kirin.

Her wiha li rojavayê Dêre Zorê bi hevahengî û piştîvaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hêzên asayîşa Rêveberiya Xweser mîr û şaneyeke DAIŞê desteser kirin ku li navçeyên Mihêmîde, Hisan, Ugle û Xeşşab êrîşên xwe dijî endamên asayîşê û sivîlan pêk dianîn.

Endamê şaneya DAIŞê Rîza Hewaş Hemed anî ziman, “Ebû Eyûb li Tirkiyê peywendî li gel min kir û daxwaz ji min kir li nav şaneyên DAIŞê kar bikim. Daxwaz ji min kir li gel Ehmed Ezzawî li navçeyê kar bikim. Em grûpeke ji 10 kesan bûn, me li navçeya Ugle, Hisan, Xeşşab û Şamiye êrîşî otombîlên serbazî û sivîl dikir lê piştî Ehmed Ezzawî ku ew bi xwe serbazekî artêşa Sûrî ye di êrîşekê de birîndar bû, me nikarîbû berdewam bikin, em vegeriyan navçeya Mihêmîde û em li wir kom dibûn. Piştre êrîşên me li wan navçeyan berdewam bûn heta em hatin girtin.”

Di mikurhatinên xwe de, endamên şaneya DAIŞê wê yekê nîşan didin ku wan qet ferq nedixist navbera serbaz, şervan û sivîlan, tenê armanca wan kuştin, talankirin û têkdana rewşa navçeyê bû.

Endamê şaneya DAIŞê Beşar Xelîl Xelef got, “Yekem êrîşa ku me kir, li gel kurê birayê xwe Îbrahîm Ebdirehman Xelef bû, me du endamên asayîşê kirin armanc. Piştre me li navçeya Hisan êrîşên xwe dijî otombîlên serbazî û sivîl dikirin. Piştî ku me her êrîşeke xwe bidawî dikir em vedigeriyan ba Mîrê DAIŞê Fehed Ebû Ebdellah, ku bo her êrîşekê di navbera 50 heta 100 dolaran de dida me.”

Li gor çavkaniyên Asayîşa Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê, ji destpêka meha Gulanê û heta 20 Hezîranê wan nêzîka 20 operasyonên taybet bi hevahengî li gel hêzên Hevpeymnaniya Navdewletî dijî şaneyên DAIŞê li Dêre Zorê, Reqa û Heseke pêk anîne, di encam de nêzîka 50 endamên DAIŞê girtine, di nav wan de 7 mîr û serkirde hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst